Ciwan li Zurîhê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN’ê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Ewropayê (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN), ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, meşiyan.

Li ser navê Kurdistaniyên li qada Helvetîaplatzê hatin ba hev, Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer axavtinek kir.

Selma Surer, bi pîrozkirina rojbûyîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir û got: ‘’Di serî de ciwan û jinên Kurd, em Kurd îro ji bo azadiya Rêbertiya xwe li vir in.

CIWAN WÊ JI BO RÊBERTIYA XWE HER ÇALAK BIN

Berdevkê TCŞ ya Ewropayê Yûsûf Tayfûr ku li ser navê rêxistinên ciwanan axivî, destnîşan kir ku du sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha axivî: ‘’Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ku rapora xwe ya têkildarê serdana Îmraliyê eşkere nekir û hevdîtin bi Rêbertiya me re nekir, metirsiya me yekcar zêde bû. Tevgera me ku Newroza sala 2023’yan wek Newroza Rêber Apo ragihand, cardin diyar bû ku divê Rêber Apo demildest bi fîzîkî azad bibe. Di vê pêvajoyê de divê her ciwanekê/e Kurd bibe bibe peyrewê/a Kawayê Hesinkar. Serkeftina Kurdan ji her demê bêhtir nêz e û bi ruhê seferberiyê dema dagirtina qadan e. Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe em ê çalakiyên xwe geş bikin.’’

Girse, piştî axaftinan li navenda bajarê Zurîhê li ber baranê dirûşme berz kirin û meşiyan.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ qediya.