Ciwan li kampa folklorê hatin ba hev
Kampa Folklorê ya Şehîd Ronahî Bawer ku bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê her sal tê lidarxistin, bi tevlêbûna nêzê 60 ciwanan li bajarê Kolnê hat lidarxistin.
Kampa Folklorê ya Şehîd Ronahî Bawer ku bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê her sal tê lidarxistin, bi tevlêbûna nêzê 60 ciwanan li bajarê Kolnê hat lidarxistin.
Kampa Folklorê ya Şehîd Ronahî Bawer ku ji sala 1997’an û şûn ve li Ewropayê her sal bi pêşengiya Tevgera Çanda Kurd a Ewropayê TEV-ÇAND’ê tê lidarxistin, di meha dawîn a sala 2022’an de li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin.
Kamp bi tevlêbûna komên folklorê yên ji Elmanya, Fransa, Swîsre û Hollandayê hat lidarxistin. Di kampê de ji Botan, Agirî, Koçgirî, Semsûr, Riha, Amed û gelek herêmên din lîstokên gel hatin pêşkeşkirin.
Ji bo ciwanên ku lîstokên herêmî hîn bûne, di çarçoveya dîroka Kurdistanê, wate û girîngiya wê de perwerde hatin dayîn.
Di heman demê de konserên muzîkê û lîstokên cuda, rengek cuda dida kampê.
Di kampê de ji bo Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), endamê TEV-ÇAND’ê Mîr Perwer û bîra Kurdan Abdûrrahman Kizil ên di komkujiya duyemîn a 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê qewimî de şehîd bûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Di dawiya kampê de jî, sertîfîkaya tevlêbûnê hat dayîna her xwendevanekê.