Ceylan: Em divê 3’ê Çileyê sekna Kurdan nîşa bidin
Di dema Nobeta Edaletê de, piştî ku bi civîna gel têkildarî pêvajoyê agahî hatin dayîn, kolana ku Navenda Çanda Ahmet Kaya lê ye ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê bi findan hat ronîkirin.
Di dema Nobeta Edaletê de, piştî ku bi civîna gel têkildarî pêvajoyê agahî hatin dayîn, kolana ku Navenda Çanda Ahmet Kaya lê ye ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê bi findan hat ronîkirin.
Li Navenda Çanda Ahmet Kaya ya Komkujiya Parîsê ya 2’emîn lê qewimî, bi tevlêbûna endamê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan û endama KNK’ê Nîlufer Koç civînek a gel hat lidarxistin.
Ceylan mafê axaftinê yê destpêkê girt û bi bîr xist ku di amadekariyên çalakiyên 7’ê Çileyê de, Evîn Goyî cih digirt û got ku ew ê îro ji bo Evîn Goyî çalakiyekê bikin û kolana Navenda Çanda Ahmet Kaya, bi findan ronî bikin.
Ceylan anî ziman ku wê roja 3’ê Çileyê Şehîdên Parîsê rêbikin welêt û ev bang kir: “Em ê 3’ê Çileyê soz bidin şehîdên xwe. Divê gelê me wê rojê jiyanê rawestîne, biherike Parîsê. Divê em sekna Kurdan nîşanî dost jî, dijmin jî bikin.
Bangek me ya din jî têkildarî 7’ê Çileyê ye. Divê her dostê me 7’ê Çileyê li Parîsê be. Ji bo şermezarkirina van êrîşên nemerdane, em li wir bin. Em ê wê rojê soz bidin, soza me wê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê be.”
Piştre endama KNK’ê Nîlûfer Koç axivî. Koç destnîşan kir ku 6 mehên li pêşiya wan girîng e û got: “Eger em ji destpêka meha 2022’an li dawiya wê binêrin; em ê bibînin ku dewleta Tirk her tiştê di destê xwe bikar aniye, lê encam negirtiye.”
Piştî civînê, girseyê kolana ku Navenda Çanda Ahmet Kaya lê ye, bi findan ronî kir.