Cenazeyê welatparêzê Kurd Kurdo şandin Edeneyê

Cenazeyê welatparêzê Kurd Mehmet Yilgin (Kurdo) ê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, şandin Edeneyê ku lê dayik bûye.

Welatparêzê Kurd Mehmet Yilgin (Kurdo) ê bi salan li sirgûnê bû, li bajarê Erfûrt ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yilgin piştî merasîma cenazeyê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Erfûrtê, şandin Edeneyê ku lê dayik bûye.

Hevalên wî yên têkoşînê di merasîma cenazeyê de axivîn û anîn ziman ku Mehmet Yilgin emrê xwe fedayî têkoşîna azadiya gelê Kurd kiriye û wiha gotin: “Gelek caran hatiye girtin, li zîndana Amedê de rûbirûyê êşkenceya Esat Oktay maye. Ji ber derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ku ji ber êşkenceyê çêbû, neçar ma ku 20 berê bê Elmanyayê. Kedkarekî kevnar bû ku jiyana xwe ji bo vê têkoşînê feda kir. Ji bo wî beriya her tiştê tevgera azadiyê dihat. Ji bo vê armancê malbata xwe li dû hişt. Dixwest hemû zarokên wî tevlî vê têkoşînê bibin. Ji bo wî parastina paşeroj, nasname û zimanê zikmakî beriya her tiştê dihat. Di axaftina bi Kurdî de bi israr bû. Her tim hesreta welatê xwe bû. Li hemberî dewleta Tirk a faşît bi hêrs bû. Xeyala wî bû ku biçe çiyayên azad û gerîla bibîne. Li gel hişyariyên bijîjkan jî, di sala 20076’an de çûbû û ji ber vê lingek xwe winda kiribû. Li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, li ser hişê xwe çûbû, malbata xwe jî nas nekir. Lê di vê rewşê de jî digot, ‘Serok Apo’. “