Cejna Vejînê li Viyanayê hate pîrozkirin
Di çarçoveya Cejna Vejînê ya 27'ê Mijdarê de li paytexta Awûstûrya Viyanayê pîrozbahiyek hate lidarxistin.
Di çarçoveya Cejna Vejînê ya 27'ê Mijdarê de li paytexta Awûstûrya Viyanayê pîrozbahiyek hate lidarxistin.
Di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera damezrandinê ya 45'emîn a PKK'ê de Kurdistanî tevî dostên xwe li Viyanayê li hev kom bûn û pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" silav kirin.
Di pîrozbahiyê de bi navê Defend Kurdistan axaftin hate kirin û komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke komployek li dijî gelan hate pênasekirin. Her wiha hate gotin, "Zêdeyî 30 meh in em nikarin agahiyê ji Rêber Apo werbigirin. Dewleta Tirk hewl dide ronahiya hêviyê ya cîhanê vemirîne. Lê wê ti carî nikaribe vê pêk bîne."
Endamê Dîwana FEYKOM'ê Halîs Gimgim jî bal kişand ser pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Divê her kes xwedî li vê pêngavê derkeve û piştevaniyê nîşan bide."
Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek jî got, "Fikrê Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav dibe. Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve tecrîdkirî be lê belê ji aliyê fikir û nêrînê ve li her deverê ye." Ji bo tevlîbûna li pêngavê bang li her kesî kir.
Di pîrozbahiyê de FEYKOM'ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi kampanya îmzeyan kir û îmzeyên bêne komkirin wê pêşkêşî hikumetê bêne kirin.
Di şahiyê de di çarçoveya çalakiyên 'Roja Pirtûkên Ocalan' de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd hatin nîşandan.
Di şahiyê de ku heta derengiya şevê dewam kir Hozan Comerd, Hozan Arîana, Berfîn Aktay, Hozan Axîn û Koma Rojava hunera xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.