BI DÎMEN

Cejna Berxwedana Neteweyî li Viyanayê hate pîrozkirin

Li Viyanayê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin. Cûma Tak bang li her kesî kir ku di rêya serketinê de piştgiriyê bidin têkoşînê

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin. Siyasetmedar Cûma Tak li çalakiyê axivî, Cejna Bexwedanê ya gelê Kurd pîroz kir û bang li her kesî kir ku di rêya serketinê de piştgiriyê bidin têkoşînê.

Koma Dengê Bezar di pîrozbahiyê de derkete ser dikê û beşdaran li ber stranên komê govend gerand. Çalakiyê heta êvarê dewam kir.

Li aliyê din, amadekaran ji bo pîrozbahiya 7'ê Kanûnê saet di 14:00 de ya li Jahnstraße 13, 3100 St. Pölten'ê banga tevlîbûnê kirin.