Kurdistanî û dostên wan yên ku li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê dijîn, li Qesra Çandê ya bajarê Novoaleksandrovskê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin.
Şahî bi bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Endama Tevgera Azadiyê Nûcan Efrîn li ser wateya rojê axaftin kir û dîroka Berxwedana Netewî ya ku bi PKK derketibû holê nirixand. Nûcan Efrîn Cejna Berxwedana Neteweyî di serî de li Rêber Apo, têkoşerên azadiyê, berxwedêrên zindanan, malbatên şehîdan, Kurdên welatparêz û dostên Kurdan pîroz kir.
Nûcan Efrîn diyar kir ku azadiya Rêber Apo wê bandorê tenê li ser rewşa Kurdan neke, wê bandoreka erênî li ser Rojhilata Navîn û cîhanê bike.
Piştre Hevserokê Otonomiya Kurdên Novoalêksandrovska û Herêma Stavropolê Huseyîn Ahmedov vê rojê li gelê Kurd pîroz kir. Huseyîn Ahmedov bandor û encama têkoşîna azadiyê ku li ser Kurdan nirxand û ji tevayî Kurdistanê re serketin xwest.
Bernameya şahiyê bi stranên hunermendên herêmî berdewam kir. Destpêkê stranbêja Rûs Tatîyana Îvanova derket ser dikê û stranên xwe pêşkêşî gel kir. Hunermend Barî Yûsûpov Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir û bi stranên xwe kelecana gel bilind kir.
Piştre hunermenda biçûk Albîna Miraz, hunermenda biçûk Evîn stran gotin û koma govendê Kulîlkên Rojê govend gerand. Beşdaran jî li ber stranên Kurdî govend gerandin.
Pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî heta saetên dereng bi kelecaneke bilind berdewam kir û bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.