BI DÎMEN

Cejna Berxwedana Neteweyî li Rotterdamê hate pîrozkirin

Salvegera 47'emîn a damezrandina PKK'ê ku weke "Cejna Berxwedana Neteweyî" tê pênasekirin, li Rotterdamê hate pîrozkirin.

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, bi pêşengiya DEMNed û YJK-Hollanda şahiyek hate lidarxistin û Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin. Bi hezaran Kurdistanî li gel dostên xwe tevlî bûn.

Di şahiyê de Alî Dildar, Zinar Sozdar, Sînan Asya, Şehrîbana Kurdî û Hozan Kawa derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Koma Folklorê jî bi govenda xwe reng da şahiyê.

Di şahiyê de tim û tim dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.