Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin.
Parêzerê Rêber Apo Omer Guneş jî beşdarî pîrozbahiyê bû û axaftinek kir. Guneş Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û qala cihê vê pêvajoyê di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir.
Di bernameya hunerê ya pîrozbahiyê de Hozan Sîmar û Beser Şahîn derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi govend û dirûşma beşdaran bi dawî bû.
KASSEL
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi wesîleya Cejna Berxwedana Neteweyî çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.
Piştre Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna nasname û azadiyê ya gelê Kurd ku salên dirêj dewam kir. Pêvajoya 47 salan a PKK'ê ne tenê weke salvegera damezrandina rêxistinekê her wiha weke kurtasiya dîrokî ya lêgerîna gelê Kurd a li statu, azadî û hebûna civakî pênase kir.
Rûken Akça anî ziman ku perspektîfên Rêber Apo salên dawî hem li qada siyasî ya Kurd hem jî li dîasporayê "Nîqaşeke avakirina civakeke nû" dan destpêkirin. Her wiha anî ziman ku di pêvajoyên veguherînê yên li Rojhilata Navîn de îrade û rêxistiniya gelê Kurd hîn xurt û diyarker kiriye.
Rûken Akça destnîşan kir ku di parastina hişê kolektîf û dewam kirina piştevaniya siyasî ya bi rengê rêxistinî de civaka Kurd a li Ewropayê xwedî roleke krîtîk e. Rûken Akça diyar kir ku li dîasporayê xwedîderketineke mezin li fikrên Rêber Apo heye û di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dîaspora divê di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîze.
Piştî axaftinan hunermend Zinar Sozdar, Ozan Serdar, Silav Rojava û Meral Alkan derketin ser dikê.
Di pîrozbahiyê de li gel dirûşm, govend û tilîliyan her wiha sînevîzyonek li ser dîroka partiyê hate nîşandan.