Cejna Berxwedana Neteweyî li Londonê bi coş hate pîrozkirin
Bi sedan Kurdistanî li Londonê li hev kom bûn û Cejna Berxwedana Neteweyî bi stran, dirûşm û gerandina govendê pîroz kirin.
Bi sedan Kurdistanî li Londonê li hev kom bûn û Cejna Berxwedana Neteweyî bi stran, dirûşm û gerandina govendê pîroz kirin.
Li paytexta Îngilistan Londonê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) salvegera 47'emîn a Cejna Berxwedana Neteweyî ya 27'ê Mijdarê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê li ser meşa gelê Kurd, xeta berxwedanê û xeta civaka demokratîk a 47 salan sînevîzyonek hate nîşandan.
Li gel wêneyên Rêber Apo her wiha wêneyên kesayet^ne pêşeng ên weke Riza Altûn, Alî Haydar Kaytan û Sakîne Cansiz li salonê hatin daliqandin.
Endamê Meclîsa Gelê Kurd û sînemavan û nivîskar Îlhan Bakir li pîrozbahiyê axivî, bal kişand ser bang aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo û destnîşan kir ku xwedîderketina li vê bangê berpirsyariyeke exlaqî, wijdanî û dîrokî ye.
Piştî axaftinan Hakan Xan, Merwan San, Serhado û Memo Zan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.