CDK-F û TJK-F’ê banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê kir
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) cih û demên çûyîna otobusan a ji bo meşa li Dusseldorfê eşkere kir û banga tevlêbûna meşê kir.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) cih û demên çûyîna otobusan a ji bo meşa li Dusseldorfê eşkere kir û banga tevlêbûna meşê kir.
Li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla pêk tîne, wê 12’ê Kanûnê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meş bê lidarxistin. Kurd û dostên wan wê ji gelek bajarên Ewropayê tevlî meşê bibin.
CDK-F û TJK-F’ê bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlêbûna meşê kir û têkildarî otobusên ku wê li Fransayê bi rêbikevin, agahî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst sala 2023’an ji bo xwe, weke sala tunekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dibîne û wiha hate gotin: “Lewma di şerê ku 17’ê Nîsanê de li Zap, Avaşîn û Metînayê destpê kir, êrîşên gelek hovane û derexlaqî pêk tîne. Dema ku bi her cûre teknîk û çekên pêşketî li hemberî gerîla bê çare ma, çareserî di bikaranîna çekên kîmyewî de dît.
Tevî şehadeta 17 hevalên dawî û berxwedana gelê Kurd, divê em bi hêza xwe ya cewherî û têkoşîna xwe li dijî bêdengiya dewletan, dewleta Tirk teşhîr bikin û bi daxwaza lêkolînkirina çekên kîmyewî, bang li gelê xwe dikin ku tevlî meşa mezin a li Dusseldorfê bibin.
Roja 12’ê Kanûnê ku sazî û partiyên Kurdan ên li Ewropayê weke ‘Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, roja grevê ya navnteweyî’ îlan kirin, divê her Kurdek welatparêz li Dusseldorfê bibin.”
Ji bo meşa Dusseldorfê, cihên ku wê otobus lê bi rêbikevin evin:
*Evry: 4 otobus
53 rûe dû clos
91130 Rîs Orangîs
Gare d’Etampes 91150
Place Galîgnanî
91100 Corbeîl-Essonnes
Guzergeha Duyemîn:
53 rûe dû clos
91130 Rîs Orangîs
Gare de Le Mee Sûr Seîne 77350
*Vîllîers-Le-Bel: 3 Otobus
Cih: li ber komeleya Vîllîers-le-Bel
*Parîs: 2 Otobus
Cih: Qada Repûblîqûe
*Dransy: 8 Otobus
Cihê bi rêketina 7 otobusan: li ber komeleya Dransy
Cihê bi rêketina otobusekê: Li ber gara trenê ya Vîlleparîsîs
*Mantes La Jolîe (Normandiya): 2 otobus
Place de 4 saîson Val-de-Reûîl
Rûe Ernest Renan 76800
Li ber komeleya Mantes la Jolîe
*
*Creîl-Reîms: 3 otobus
Li ber marketa Reîms Mozart, saet: 24.00
Li ber komeleya Crîl, saet: 24.00
*Rennes: 2 otobus
Li ber komeleya Rennes, saet: 20.30
Nantes 89 Rûe des Freres Amîeûx Nantes, saet: 21.30