CDK-S û YJK-S: Em ê 15’ê Nîsanê ber bi Dusseldorfê ve biherikin

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 15’ê Nîsanê de wê meşek navendî bê lidarxistin. Saziyên Kurdan ên li Swîsreyê amadekariyên xwe yên ji bo meşê, bi dawî kirin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) bi daxuyaniyekê, banga tevlîbûna meşê kirin û destnîşan kirin ku li 15 navendên Swîsreyê otubus amade ne.

Banga CDK-S û YJK-S’ê wiha ye:

“Berxwedan û têkoşîna azadiya Kurdan a 40 salî, di dema xwe ya herî zehmet de bi biryardarî didome. Ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve bi bikaranîna çekên kîmyewî qadên gerîla bi hezaran caran hatin bombekirin. Li gel vê yekê jî 25 meh in Rêberiya di bin tecrîdek giran de ye. Tê xwestin ku gelê me bi fetisînin. Lê li dijî vê yekê gerîlayên azadiya gelê Kurd li her qada ku lê ye, xeta berxwedanê ya Rêbertî esas digire û têkoşîna xwe qat bi qat zêde kiriye.

Di vê çarçoveyê de, wê 15’ê Nîsanê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo agahîgirtina ji Rêbertiya xwe û şikandina tecrîda li ser, bi deh hezaran kes wê werin ba hev û meşekê lidar bixin.

Weke CDK-S û YJK-S’ê li Swîsreyê amadekariyên xwe yên ji bo çalakiya Dusseldorfê bi ruhê seferberiyê bi dawî kirine. Em bang li Kurdistanî, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên li Swîsreyê dikin ku tevlî vê çalakiya navendî bibin.

Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me, di çarçoveya amadekariyên me yên ji bo çalakiya Dusseldorfê de, wê li her qadê otobus bi rê bikevin. Em ê 14’ê Nîsanê ji 15 navendên Swîsreyê ber bi Dusseldorfê ve biherin.”

Cih û demên wesayîtên ku ji Swîsreyê ber bi Dusseldorfê ve bikevin rê, wiha ne:

Lûzern: İnseli Park 6005 Luzern

Saet: 22.15

Zûg: Hinterbergstrasse 18, 6330 Cham

Saet: 22.00

Zurîh: Steinwiesenstrasse 1, 8952 Schlieren

Saet: 23.00

Aaraû: Sägestrasse 44, 5600 Lenzburg

Saet:23.00

Solothurn: West Bahnhof 4500 Solothurn

Saet: 22.00

Rapperswil: Bahnweg 4, 8808 Pfäffikon (Pfäffikon SZ Bahnhof)

Saet: 22.30

Bern: Fischermättelistrasse 6, 3006 Bern

Saet: 23.00

Cenevre: Pl. Dorcière, 1201 Genève (Gare routière)

Saet: 22.00

St. Gallen: Poststrasse 10, 9200 Gosssau

Saet: 22.00

Winterthur: Archhöfe, Archplatz 2, 8400 Winterthur

Saet: 23:00

Lozan: rue de la Borde 12, 1018 Lausanne

Saet: 23.00