CDK-F'yê ji bo meşa bîranîna 'sê nemiran' bang kir

Ji bo bîranîna hersê aktîvîstên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û şermezarkirina komkujiyên li dijî Kurdan wê îro li Parîsê meşek bê lidarxistin. CDK-F'yê ji bo meşê banga tevlîbûnê kir.

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) ji bo bîranîna Emîne Kara (Evîn Goyî), muzîsyen MÎr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil, îro (26'ê Kanûnê Duşem) meşekê lidar dixe. CDK-F'yê ji bo meşê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komkujiya ajanekî îstîxbarata Tirk beriya 10 salan li Parîsê kir, bêceza hate hiştin û hate gotin, "Ji bo bîranîna kesên hatin qetilkirin û ji bo şermezarkirina bêcezahiştina sûcdaran, em banga tevlîbûna li meşê dikin."

Meş wê îro danê nîvro saet di 12:00 de ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li 16 rue d'Enghien a li Parîsê destpê bike û heta navnîşana 147 rue La Fayette dewam bike, ku beriya 10 salan 3 jinên Kurd ên şoreşger lê hatibûn qetilkirin.