CDK-F banga tevlîbûnê li meşa Strasboûrgê kir
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) ji bo salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûna xurt ji bo meşa navendî ku wê li Strasobûrgê bê lidarxistin kir.

Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 16’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê meşeke girseyî bê kirin.
Çalakiya ku wê gelek Kurdên ji welatên cuda yên Ewropayê tevlî bibe, ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê ve tê organîzekirin. Meşa mezin wê saetên danê nîvroyê destpê bike, meşvanên baskên Lûxsembûrg û Baselê jî wê li Strasobûrgê li stasyona trenê ya li navenda bajar bigihêjin hev.
CDK-F a daxuyaniyek nivîskî da bang li hemû Kurd û dostên xwe kir ku 16’ê Sibatê li dijî komplo û tecrîdê dengê xwe bilind bikin.