CDK-F: Êrîş piştî gefên Tirkiyeyê, pêk hat
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) êrîşa terorîst a li Parîsê li dijî Kurdan hat kirin, şermezar kir û ragihand ku wê saet 18.30’an daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) êrîşa terorîst a li Parîsê li dijî Kurdan hat kirin, şermezar kir û ragihand ku wê saet 18.30’an daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
CDK-F’ê têkildarî êrîşa li Navenda Çanda Kurd a û du kargehên Kurdan ên li Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Ji aliyê kesek bi çek ve li dijî navenda me ya li navnîşana 16 Rûe d’Enghîenê, êrîşek terorî pêk hatiye.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji niha ve 3 aktîvîstên Kurd jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar hene ku sê ji wan rewşa wan giran e.
CDK-F vê êrîşa terorî ya ku piştî gelek gefên Tirkiye ya hevkarê DAÎŞ’ê pêk hat, şermezar dike.”
CDK-F’ê diyar kir ku ev êrîşa terorî di dema salvegera 10’emîn a qetilkirina 3 jinên Kurd ên aktîvîst a 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê, pêk hat û bal kişand ku ev komkujî ji ber redkirina Fransayê ya rakirina sira dewletê, hîna bê ceza hatiye hiştin.
CDK-F’ê diyar kir ku li Navenda Çanda Kurd ku êrîş li ser pêk hat, wê di saet 18.30’an de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û bang li her kesê kir ku ji bo şermezarkirina vê êrîşa nemerdane, li ber navendê kom bibin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her wiha em bang li we dikin ku ji bo protestokirina vê êrîşa terorî û bîranîna aktîvîstên Kurd ên hatine qetilkirin, tevlî nobeta şevê ya ku îşev wê li navenda me bê lidarxistin, bibin.”