Durziyên li Parîsê çalakî li dar xistin
Durziyên ku li ber Kuleya Eyfelê kom bûn, komkujiyên li Swêdayê protesto kirin. Kurd jî ji bo hevgirtinê tevlî çalakiyê bûn û diyar kirin ku rewakirina Colanî rê li ber komkujiyên nû vekir.
Durziyên ku li ber Kuleya Eyfelê kom bûn, komkujiyên li Swêdayê protesto kirin. Kurd jî ji bo hevgirtinê tevlî çalakiyê bûn û diyar kirin ku rewakirina Colanî rê li ber komkujiyên nû vekir.
Li Sûriyeyê çeteyên cîhadîst bi pêşengiya HTŞ'ê li ser gelê Durzî yê Siwêdayê komkujiyan pêk tînin. Durziyên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, ji bo protestokirina komkujiyan çalakî li dar xistin.
Çalakî li ber Kuleya Eyfelê ya Parîsê hate lidarxistin û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Kurd jî ji bo piştgiriya bi gelê Durzî re tevlî çalakiyê bûn.
Kurdistaniyên Komeleya Çandî ya Kurd a Parîsê Ahmet Kaya û Koordînasyona Pêkhateyên Sûriyeyê jî beşdarî çalakiyê bûn bûn. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku rewakirina serokê HTŞ'ê Colanî ji hêla bi taybetî Serokkomar Macron û dewletên Ewropayê, komkujiyêndi li dijî Durzî, Elewiyan û muxalifan rewa dike. Çalakvanan destnîşan kirin ku HTŞ û komên din ên cîhadîst krîza li Sûriyeyê kûrtir dikin û anîn ziman ku bêdengiya civaka navneteweyî wê bibe sedema domandina komkujiyan.
Çalakvanan bang li dewletên Ewropayê kirin ku komkujiyên li Sûriyeyê rawestînin û sûcdarên şer bidarizînin.