Çalakiya rûniştinê ya ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo, ji 25’ê Çileya 20212an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 234’an de didome.
Çalakiya vê hefteyê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek destpê kir.
Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Osman Tekin ve hat kirin.
Tekîn diyar kir ku ruhê berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmehê îro di çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de jiyanî bûye.
'LI BERAMBERÎ GAVA DÎROKÎ DIVÊ AZADIYA RÊBER APO PÊK WERE'
Tekîn merasîma şewitandina çekan a ku di 11'ê Tîrmehê de ji aliyê Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo hate lidarxistin bi bîr xist û diyar kir ku divê dewleta Tirk jî li beramberî vê gava dîrokî gavan bavêje.
Tekîn ev tişt anî ziman: "Divê dewleta Tirk ji vê derfeta dîrokî sûd werbigire û ne tenê şert û mercên xebata Rêber Apo baştir bike, di heman demê de azadiya wî ya fîzîkî jî misoger bike." Tekîn destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo mifteya aştî û çareseriya demokratîk e, hem ji bo gelên Tirkiyeyê û hem jî ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn stratejîk e.
Tekîn wiha domand: "Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê her Çarşemê li vê qadê bin û banga xwe ji civaka navneteweyî re dubare bikin. Çavkaniya berxwedana me îradeya gelê me ye. Ev îrade ti carî nayê teslîmgirtin."
LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER DURZIYAN BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ KIRIN
Di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser êrîşên zêdebûyî yên li dijî gelê Durzî li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê. Kurdistaniyan daxuyandin ku ev êrîşên etnîkî û olî wekî nayên qebûlkirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku tedbîrên lezgîn bigire. Di daxuyaniyê de hate gotin ku polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Durziyên li Siwêdayê, Êzidiyên li Şengalê, Kurdên li Rojava û Elewiyên li peravên Sûriyeyê dijîn encama heman polîtîkayên qirkirinê ne.
Piştî daxuyaniyê, çalakî heta saet 17:00’an dewam kir.