'Biryara komîteyê teqez nîne'
Parêzer Ayşe Bîngol Demîr got, biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryareke teqez nîne û diyar kir ku hewldanên wan ên li ser asta Komîteyê wê dewam bike.
Parêzer Ayşe Bîngol Demîr got, biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryareke teqez nîne û diyar kir ku hewldanên wan ên li ser asta Komîteyê wê dewam bike.
Yek ji saziyên ku têkildarî mafê hêviyê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da Weqfa Lêkolînên Hiqûq û civakê (TOHAV) bû. Endama Desteya Rêveber a TOHAV'ê parêzer Ayşe Bîngol Demîr biryara komîteyê ya li ser mafê hêviyê yê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan ji ANF'ê re axivî.
Li gorî Demîr, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryarek ji bo destpêkirina pêvajoya kontrolkirinê ya têkildarî tecrîda li ser Ocalan, şopandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) neda û got, tenê bal kişand ser serlêdana li DMME'yê hate kirin û işaret bi CPT'ê kir.
Ayşe Bîngol Demîr got, "Komîteyê di vê mijarê de tespît kir ku DMME û CPT di dewrê de ye, pêvajoya kontrolkirinê ji van aktoran re hişt."
Demîr bal kişand ser tecrîda heyî ya li Îmraliyê û got, "Komîteyê dikarîbû kontrol li ser tecrîda li Îmraliyê bikira û ev yek dewam bikira. Di vê pêvajoyê de rola CPT cuda ye, rola DMME'yê cuda ye, rola Komîteya Wezîran cuda ye. Di vir de roleke girîng a Komîteya Wezîran hebû. Tevî vê yekê jî ez naxwazin vê biryarê weke biryareke teqez şîrove bikim ku gaveke cuda nikare li ser bê avêtin. Bi dîtina min, eger di şert û mercên tecrîdê de guhertin neyê kirin, parêzerên Ocalan û rêxistinên civakî yên sivîl li ser asta komîteyê dikarin hewldanên xwe dewam bikin."
Rêvebera TOHAV'ê Ayşe Bîngol Demîr bi dewamî diyar kir ku biryara Komîteya Wezîran weke vexwendinek ji bo CPT û DMME'yê dikare bê şîrovekirin û got, "Van saziyan vedixwîne ku rola xwe bi cih bînin. Lewma weke biryarek ku dikare pêvajoyên li pêşiya van mekanîzmayan bilezîne, bê nirxandin. Dikare ku weke biryareke welê bê dîtin ku wan qadan hîn bêhtir bi bandor bike.
Bêguman ji bo pêşîgirtina li êşkenceyê ya li Tirkiyeyê û li welatên endamên Konseya Ewropayê CPT xwedî roleke gelekî girîng e. Ev yek ji bo Îmraliyê jî derbas dibe."
Ayşe Bîngol Demîr ragihand ku li Tirkiyeyê atmosfereke polîtîk a ku biryara Komîteyê lê bê bicihanîn nîne û got, "Niha li welêt krîzeke giran a mafên mirovan, krîza dewleta hiqûqê ya gelekî giran heye. Di atmosfereke wiha de zehmet e ku mirov li bendê be ku hikumeta Tirk di vê mijarê de gavekê biavêje. Lê belê ez di wê baweriyê de me ku gava Komîteyê wê bibe amûrek ku li hundir zextê bike ku guhertin bê kirin. Dawiya dawî ev biryar wê bibe hêzeke dehfdanê ji bo guhertina polîtîkayên bi pirsgirêk ên hikumetê. Ev hînamîk, eger di hilbijartinên bê de hikumet bê guhertin j ibo hikumeta nû jî di mijara gavên bêne avêtin de diyarker be. Pêvajoya bicihanîna van biryaran pêwendiya xwe bi atmosfera polîtîk a li welêt re heye."