Bidarvekirina xwepêşanderan li Îranê, li Gentê hat protestokirin
Bidarvekirin du ciwanan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Gent ê Belçîkayê bi meşekê hat protestokirin.
Bidarvekirin du ciwanan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Gent ê Belçîkayê bi meşekê hat protestokirin.
Bi hezaran kes li bajarê Gent ê Belçîkayê hatin ba hev û bidarvekirina du ciwanan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi lidarxistina meşê protesto kir.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û Komalên Jinên Azad ên Rojhilat û partiyên muxalefî ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bertek nîşanê bidarvekirinê hat dayîn.
Di çalakiyê de ji bo bibîranîna çalakgerên li Îranê hatine qetilkirin, find hatin vêxistin.
Meş heta bi navenda Stadhalê dewam kir. Di meşê de dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî“ hat berzkirin. Belçîkayiyan jî piştgiriya meşê kir. Di çalakiyê de gelek kes axivîn û piştgiriya xwe ji bo serhildêran ragihand û bidarvekirina çalakgeran şermezar kir.