Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Bi hezaran kes li Ewropayê êrîşên HTŞ-DAÎŞ’ê protesto kirin

Li bajarên Ewropayê, Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava daketin qadan. Bi hezaran kes bi mitîng û meşan bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsyariyê bigrin.

Di çalakiyên li gelek bajarên Ewropayê de, bi hezaran kes êrîş û komkujiyên li ser Rojava bi hêrs şermezarkirin. Di mitîngên ku bi tevlîbûna rêxistinên Kurd û dostên wan ên navneteweyî pêk hatin de, peyamên piştevaniyê hatin dayîn û êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk hatin protestokirin. Di çalakiyan de peyamên piştevaniyê ji bo berxwedana di pêşengiya jinên Kurd de hate dayîn.

HAMBURG

Kurdistanî û dostên wan, li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava li pêşiya avahiya Partiya Demokratên Sosyal a Hamburgê (SDP) mitîng hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê (DKHM) pêk hat û Meclîsa Gel a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Di qada mitîngê de pankartên wekî, “Turkischen Angriffskrieg und Dschihadisten Stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat, Solidaritat mit den Protesten im Iran!” û “Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen!” hatin hilgirtin. Tevî alên TEV-DEM û Kurdistanê, pankartên ku balê dikşînin ser komkujiyên çeteyên HTŞ’ê hatin hilgirtin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Beşdaran dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî”, Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” berzkirin û sirûdên berxwedanê hatin vekirin.

Li ser navê YJK-E’yê Hediye Bakrak axivî. Bakrak diyar kir ku di pêvajoya dawî de li ser Rojava, hişmendiya neteweyî ya Kurd û Rêber Apo tê hedefgirtin û wiha got, “Paradîgmaya Rêber Apo wê hemû êrîşan têk bibe. Em ê ji bo çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bidin. Bila kes bêhêvî nebe. Em ê li hemberî terorîzma HTŞ-Tirk çok nedeynin. Em ê bêdengiya navneteweyî bi çalakiyan xira bikin. Divê her kes bi ruhê seferberiyê bêyî navber li ber xwe bide.”

Piştî axaftina Bakrak, bi hezaran kes ji avahiya SDP’ê ber bi Gansemarktê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Gelê Kurd Yek e” hatin berzkirin. Çalakî bi dirûşme û sirûdên berxwedanê bi dawî bû.

LUGANO

Li kantona Ticino yê Swîsreyê, protestoyên êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava, berdewam dikin. Îro bi pêşengiya Komuna Jinan a Ticino û Komîteya Jineolijiyê ya Swîsreyê, li pêşiya televîzyona RSI ku bi Îtalî weşanê dike, çalakî hate lidarxistin.

Gelek kes û welatî tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên, “Jin, jiyan, Azadî”, “Terorîst Colanî”, “Bijî YPG, Bijî YPJ”, “Viva Rojava, Viva Kurdîstan” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya li ser navê jinan de, îşaret bi êrîşên li ser destkeftiyên jin û gelê Kurd ên HTŞ’ê bi piştgiriya Tirkiyeyê hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku jin wê li djî êrîşan gelên xwe biprêzin û bang hate kirin ku her kes li dijî komkujiyan helwest bigrin.

Jinan piştî daxuyaniyê, têkildarî rewşa Rojava roportajê dan televîzyona RSI. Dosyaya têkildarî sûcên şer ên HTŞ û DAÎŞ’ê ku ji aliyê Komuna Jinan a Ticino, Komîteya Jineolojiyê ya Swîsreyê û Komaleya DEM-KURD a Ticino ve hatibû amadekirin, radestî rayedarên televîzyonê hate kirin. Rayedaran diyarkirin ku ew ê geşedanan bişopînin.

KOPENHAG

Kurdistanî û dostên wan îro di saet 15:00’an de, ji bo protestokirina komkujiyên zarokan a li Rojava, li pêşiya Balyozxaneya DYA’yê Kopenhagê mitîngek li dar xistin. Bi hezaran kes tevlî mitîngê bûn û beşdaran zarokên xwe jî neşandin dibîstanê û wan jî bi xwe re anîn mitîngê.

Partiya SF û Enhedlisten jî tevlî mitîngê bûn. Partiyan diyarkirin ku ewê êdî tenê piştgirî nedin çalakiyên Rojava, her wiha di koordîsnasyona çalakiyan de cih bigirin û tevî girseyên xwe beşdar bibin.

Di danezana hatî xwendin de, hate destnîşankirin ku DYA’yê Colanî û HTŞ’ê anî ser desthilatdariya Sûriyeyê. Beşdaran diyarkirin ku HTŞ û DAÎŞ’ê xwedî heman zîhniyet û kiryarên qirker in. Her wiha hate gotin ku DYA’yê bi vê nêzîkatiya xwe bûye hevkarê sûcê qirkirinê ya li dijî Kurdan.

Di tevahiya mitîngê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava!”, “Bijî YPG!”, “Bijî YPJ!”, “Bakûr, Başur, Rojhilat, Rojava, Kurdîstan Yeke!”, “Solidarite Rojava!”, “Şer bike Amerîka!”, “Free Rojava!” hatin berzkirin.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, li dijî êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanên çalakî hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê li hev civiyan û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsyariyê bigrin. Çalakvanan gelek caran dirûşmeyên,  “Gelê Kurd yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin.

Di çalakiyê de axaftina ewil ji aliyê Latcheen Maslamani ve hate kirin. Di metna çapemeniyê ya Fransî de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanmê sûcê mirovahiyê ye û di serî de Fransa bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku dawî li vê bêdengiyê bînin.

Piştre, dostê Kurdan enternasyonalîst Baban Eliassî berxwedana Rojava silav kir û peyama piştevaniyê da.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd jî Mulkiye Aşirbayev a Kurdistanî axivî û bal kişand ser komkujî û qeyrana mirovî ya li Kobanê. Aşirbayev diyar kir ku zarok, jin û extiyar bêav, bê elektîrîk û bê xwarin têne hiştin û wiha got, “Ger ez li vê derê bi ewle me û zarokên me ji birça dimirin, ez şerm dikim. Ger ev dimirin, divê ez jî li vê derê bikevim bin axê.

Di çalakiyê de bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAÎŞ’ê, Sirûda Şoreşa Rojava hate xwendin û li pêşiya konsolosxaneyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Beşdaran, dosyayek berfireh ku êrîş, binpêkirinên mafê nmirovan û gefên li ser gel ên li Rojava, radestî rêveberiya Konsolosxaneya Fransayê kirin.

Beşdaran bang li saziyên çapemeniyê kirin ku ji bo belavkirina rewşa Rojava berpirsyariyê bigrin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

HELSINKI

Îro jî Kurdên li paytexta ‎Fînlandiya Helsînkî, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk  a dagirker ên li ser Rojava daketin qadan û banga xwedîderketina li destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Çalakî  ji aliyê rêxistina RiseUp4 Rojava ve hat organîzekirin û gele Kurdistanê û dostên wan tevlî bûn.

Çalakî li ber Dêra spî ya bajêr destpê kir û bi meş heya ber Komîsyona Ewrupa dewam kir. Li wir daxuyanî hatin dayîn. Her wiha çendîn performans hatin nîşandan û berdewam dirûşmeyên piştgiriya berxwedana Rojava li dijî çeteyên Tirkan hatin berzkirin.

STRASBOURG

Li Strasbourgê, ku yek ji wan bajaran e ku tê de biryara çalakiyên bêdem li dijî êrişên dagirkerî û komkujiyê yên dewleta Tirk û çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin, gelê Kurd îro jî li qadan bû. Beşdarên ku li Place Kléberê hatin cem hev, êrişên li ser Rojava protesto kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bi hestiyar bin.

Di dema çalakiyê de sloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Rojava rûmet e” hatin berzkirin. Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser sivîlan hatin teşhîrkirin; her wiha bal hate kişandin ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û girîngiya dîrokî ya têkoşîna yekgirtî ya Kurdan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de bang li saziyên navneteweyî û raya giştî hat kirin ku êrişên li ser Rojava bidin sekinandin û li dijî polîtîkayên dagirkeriyê gavên berbiçav bên avêtin. Hat destnîşankirin ku parastina destkeftiyên demokratîk ên li Rojava berpirsiyariya tevahiya mirovahiyê ye.

Bernameya çalakiyên ku dê di nav hefteyê de ji ber rûniştinên Konseya Ewropayê li Strasbourgê bên lidarxistin wisa hate ragihandin:

  • Sêşem: Gare Strasbourg – 18:00
  • Çarşem: Meş | Place République – 11:30 (Li ber Konseya Ewropayê)
  • Pêncşem: Stand | Place Kléber – 14:00–17:00
  • În: Stand | Gare Strasbourg – 14:00–17:00
  • Şemî: Meş | Place Dauphine – 15:00
  • Yekşem: Standa Ciwanan | Place Kléber – 13:00–18:00
  • Yekşem: Civîna Gel | DKTM Strasbourg – 13:00

Di bangawaziyên çalakiyê de bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava; Jin, Jiyan, Azadî” bang li hemû Kurdistanî û dostên Kurdan hate kirin ku dakevin qadan.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êriş û komkujiyên li Rojava çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Kurdên li Kielê dijîn û dostên wan li ber Stasyona Trenê ya Navendî (HBF) hatin cem hev.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku gelên li her çar parçeyên Kurdistanê di nav yekîtiyê de ne û divê li dijî hewildanên fitne û cudaxwaziyê yên di navbera Kurdan de helwest bê nîşandan.

Di mîtîngê de bal hat kişandin ku yek ji sedemên herî girîng ên van komkujiyan bêdengiya hêzên koalîsyona navneteweyî ye. Hat hişyarkirin ku divê dewletên Ewropî gavên berbiçav bavêjin, nexwe dê rê li ber komkujî û qirkirinê vebe.

Her wiha di axaftinan de hat diyarkirin ku berxwedana Kobanê di bîr û ruhê gelê Kurd de şopên kûr hîştine; hat gotin ku Kobanê “xeta sor” e û dê di her şert û mercî de têkoşîn berdewam bike.

Di mîtîngê de sloganên “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kurdistan yek welat e” û “Gelê Kurd yek e” hatin qîrîn. Bi van sloganan hat destnîşankirin ku xwedî li kevneşopiya berxwedanê ya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya li Rojava tê derketin.

LUZERN

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê, li ber parlamentoya kantonê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan çalakiyeke piştgiriyê ji bo Rojava hat li dar xistin. Di çalakiyê de hat gotin ku xwedîderketina li şoreşa Rojava, xwedîderketina li azadiya jinê, demokrasiyê û jiyana hevpar a gelan e.

Li ser navê girseyê, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya Luzernê, Ercan Guneş axaftinek kir. Guneş diyar kir ku şoreşa Rojava li ser bingeha azadiya jinê bilind bûye û ev şoreş di heman demê de sembola têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Guneş di axaftina xwe de silav li Roja Şoreşa Rojava kir û got ku berxwedana Rojava hemû Kurdan li ser xeteke têkoşînê ya hevpar tîne cem hev. Guneş şervanên YPG û YPJ'ê yên ku hêza pêşeng a berxwedanê ne silav kirin.

Pişt re li ser navê PYD Swîsreyê Ali Omar axivî. Omar di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya yekîtî û têkoşîna hevpar a gelê Kurd û diyar kir ku destkeftiyên li Rojava tenê bi yekîtiya navxweyî ya Kurdan dikarin bên parastin.

Çalakî bi daxuyaniyên saziyan, slogan û bangên piştgiriyê bi dawî bû.

AURICH

 

BONN

 

KIEL

Li Kiel a Elmanyayê ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li Rojava xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin. Kurd û dostên wan li ber Îstasyona Trenê ya Navendî ya Kiel (HBF) kom bûn.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di axaftinan debal kişandin ser yekîtiya gelan a li her çar parçeyên Kurdistanê û hate gotin ku divê li dijî hewldanên fitne û dabeşkirinê yên di navbera Kurdan de helwest were nîşandan.

Di mîtîngê de hat diyarkirin ku yek ji sedemên herî girîng ên komkujiyan bêdengiya hêzên koalîsyona navneteweyî ye. Hat gotin ku berxwedana Kobanê şopên kûr li ser bîr û giyanê gelê Kurd hiştiye û hat bibîrxistin ku Kobanê "xeta sor" e û têkoşîn dê di her şert û mercî de berdewam bike.

Di mîtîngê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Jin, jiyan, azadî", "Kurdistan yek welat e" û "Gelê Kurd yek e" hatin berzkirin. Bi dirûşmeyan piştgirî dane berxwedana Rojava.

LUZERN

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber Parlementoya kantona Luzern a Swîsreyê kom bûn û ji bo piştgiriya berxwedana Rojavamitîng li dar xistin. Di mirîngê de hat diyarkirin ku piştgiriya şoreşa Rojava tê wateya piştgiriya azadiya jinan, demokrasiyê û jiyana hevpar a gelan.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) Luzernê Ercan Guneş û li ser navê PYD a Swîsreyê Alî Omar axivî û banga xwedîderketina li Rojava kirin.

Mitîng bi daxuyaniyên li ser navê rêxistinan, dirûşmeyan û bangên ji bo hevgirtinê bi dawî bû.

BERN

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li ser Rojava heta Konsolosxaneya DYE ya Bernê meşiyan.

Di çalakiyê de pankartên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hilgirtin û dirûşmeyên "Kurdistan yek e", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Rojava" û "Terorîst Colanî" hatin berzkirin.

Girseya ku bi berzkirina dirûşmeyan gihîşt ber konsolosxaneya DYE’yê, pênc deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist.

Piştî çalakiya rûniştinê, girse ber bi Parlamentoya Swîsreyê meşiya û çalakiya xwe domand. Girser beşdarî nobeda ku heşt roj in li ber Parlamentoyê berdewam dike, bûn.

KOLN

Kurdistanî û enternasyonalîstan xwepêşandanên girseyî yûn li dijî dorpêçkirin û êrîşên li ser Rojava li Elmanyayê didomînin. Bi hezaran kes li ber Îstasyona Trenê ya Navendî (Koln HBF) a Kolnê û li kêleka Katedrala Domê ye kom bûn. Beşdaran ragihandin ku heta ku êrîş û dorpêç bi dawî bibin ew ê her roj li heman cihî kom bibin  û bêdengiya hêzên navneteweyî û medyaya sereke rexne kirin.

Di xwepêşandanê de Baran Abdî yê ji Kobanê ku li Tarsusê hat qetilkirin hat bibîranîn. Piştî bîranînê bi beşdariya bi hezaran kesan meş hat lidarxistin. Meş li Heumarktê bi dawî bû, li wir bi şoreşgerên enternasyolnalîst re civiya û dirûşmeyên piştgiriya Rojava berz kirin.

MONTPELLIER

Li Montpellier a Fransayê bi pêşengiya komuna jinan, li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandan hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî xwepêşandana ku saet di 15.00’an de li ber avahiya walîtiyê jat lidarxistin, bûn

Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de hat destnîşankirin ku hêzên dagirker ên ku êrîşî Rojava dikin, di serî de azadiya jinan hedef digirin. 

Piştî daxuyaniyan dosyayek derbarê rewşa Rojava de pêşkêşî walîtiyê hat kirin. Di xwepêşandanê de gelek belavok hatin belavkirin û dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin.

SION

Li kantona Valaisê bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ'ê yên cîhadîst li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ên ku ji destpêka êrîşan ve her roj li bajarên xwepêşandanan li dar dixin û bertekên xwe nîşan didin.

Xwepêşandana îro li kanton Sionê pêk hat. Girse li ber Îstasyona Trenê ya Navendî kom bûn û diyar kirin ku bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrîşan nayê qebûlkirin.

Piştî daxuyaniyan, girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan îro li Meydana Landwehrplatz a Saarbrucken a Elmanyayê kom bûn û hevgirtina xwe li dijî êrîşên li ser Rojava û piştgiriya ji bo berxwedana Şoreşa Rojava nîşan dan. Meş piştî deqeyek rêzgirtinê û bi sirûda neteweyî ya Kurd Ey Reqîb dest pê kir.

Beşdar li kolanên herî qerebalix ên bajêr meşiyan û dirûşmeyên"Bijî berxwedana Rojava", "Azadiya Kurdistanê", "Kurd yek in" û "Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava, Kurdistan yek welat e" berz kirin. Di meşê de alên YPG û YPJ’ê û pankartên “Li kêleka Rojava bisekinin", "Kobanê ne bi tenê ye" û "Şoreşa Rojava tê parastin" hilgirtin. Jin, ciwan û komên hevgirtinê yên ji komên etnîkî yên cûda bi hejmareke mezin beşdarî meşê  bûn.

Mîtîng bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.

BERLÎN

Kurdistanî, dostên wan û enternasyonalîstan li Kurfurstendamm ê paytexta Elmanya BErlînê kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto bikin. Bi hezaran kes beşdarî meşa ku saet di 17:00’an de dest pê kir, bûn.

Meş ji aliyê Nav-Berlîn, Konseya Jinan a Destdan, Feda Berlîn, Jinên Ciwan Berlîn, KJAR Berlîn, Kongra-Star Berlîn, Civaka Îslamî ya Berlîn, Ciwanên Berlîn, Navenda Çanda Rojava û Konseya Jinan a Êzîdî ya Berlînê ve hat organîzekirin. GIrse ji ber Dêra Bîranîna Kaiser Wilhelm meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e" û “Terorîst Colaniya Terorîst" hatin berzkirin.

DRESDEN

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan her roj li kolanên Dresden a Elmanyayê kom dibin û hevgirtina bi Rojava re nîşan bidin. 

Girseya ku alên YPG û YPJ hilgirtibûn, bi biryardarî xwepêşandana xwe domand; pankartên "Rojava biparêzin", "Rojava ne bi tenê ye" û "Êrîşên li dijî gelê Kurd rawestînin" hilgirtin û dirûşme berz kirin. Di xwepêşandanê de bang li Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî kirin ku tekevin nav tevgerê.

HILDESHEIM

Li Hildesheim a Elmanyayê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meş û mîtînga li navenda bajêr hat lidarxistin, hat protestokirin.

Xwepêşandan ji hêla Young Struggle û Zora ve hate organîzekirin û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) jî piştgirî da xwepêşandanê.

Di axaftinan de êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û banga xwedîderketina li Rojava kirin.

Meşa ku saet 18.30’an de li navenda bajêr dest pê kir, pankart û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, jiyan, azadî", "Terorîst Colanî" û "Terorîst Erdogan" hatin berzkirin. Di xwepêşandanê de alên YPG/YPJ, TEV-DEM û YPG jî hatin hilgirtin.

MÎLANO

Li Mîlano ya Îtalyayê, bi sedan Kurd û dostên Îtalî li ser banga Komeleya Konfederasyona Demokratîk a Mîlano û Tora Hevgirtina Kurdistanê (Rete Kurdistan Italia) kom bûn û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.

MARBURG

Li Marburg a Elmanyayê tevî barîna berfê ya zêde bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan meş hat lidarxistin. 
Di axaftinan de peyamên hevgirtinê bi gelê Rojava û hêzên berxwedanê re hatin dayîn. 

Ji bilî axaftinan, li kolanê şano hat pêşkêşkirin.

MUNSTER

Gelê Kurd bi rojan e çalakî û meşên xwe didomînin û îro jî daketin kolanan. Li Munster a Elmanyayê bi pêşengiya ciwanên TCŞ Munster, Tevgera Jinan, Meclisa Herêmî û dostên Kurd ên enternasyonalîst, li ber Îstasyona Trenê ya Navendî (HBF) xwepêşndan li dar xistin.

BREMEN

Meclisa Gelê Kurd a Bremenê ya Elmanyayê êrîşên li ser Rojava protesto kir. Beriya xwepêşandanê, girseyê ji bo bîranîna şehîdan bi sirûda neteweyî ya Kurdî Ey Reqîb re rêz girt.


Piştî rêzgirtinê ji Qada Domshofê ya li ber parlementoyê heta Zillwall meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên  "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî yekîtiya gelê Kurd" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. 

FREIBURG

Bi hezaran kes careke din li Freiburg a Elmanyayê ji bo nîşandana hevgirtina xwe bi Rojava û Kobanê re daketin kolanan. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan ên Elman beşdarî xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de hat gotin ku heta Rojava û Kobanê neyên azadkirin, gel wê kolanan neterikîne.

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Kobanê” û "Bijî yekîtiya gelê Kurd" hatin berzkirin û bi biryardarî û coş bi dawî bû.

DRAGUIGNAN

Li Draguignan a Fransayê êrîşên li ser Rojava bi meşek girseyî ku bi hezaran kes beşdar bûn, hat protestokirin. Meşa ku li ber îstasyona trênê ya Saint-Raphaël dest pê kir, bi berzkirina dirûşmên "Bijî YPJ", "Bijî YPG", “Qatîl Tirkiye", “Qatîl Erdogan" û “Ji bo Rojava li ber xwe bide" ber bi Parêzgeha Draguignanê ve berdewam kir.

Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û Rojava dest pê kir. Piştî rpzgirtinê girseyê hêrsa xwe ya li dijî êrîşên li ser Rojava anîn ziman û banga hevgirtinê kirin.

AMSTERDAM

Kurdistanî îro jî ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tên piştgirîkirin ûn li ser Rojavayê Kurdistanê li kolanên Amsterdamê bûn. Piştî meşa mezin a roja Yekşemê, ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, bi hezaran Kurd îro li ber Amsterdam Centraal kom bûn û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Rojava nîşan dan.

Girseya kombûyî ber bi Qada Damê ve meşiya, dirûşmeyên wekî "Terorîst Erdogan, terorîst Colanî ji Kurdistanê bicehemin", "Bijî berxwedana Rojava" û "Gelê Kurd yek e" berz kirin.

Di axaftinên li qadê de piştgiriya Ewropayê ji bo çeteyên HTŞ’ê bi tundî hate şermezarkirin. Piştî axaftinan, beşdarên mîtîngê bi qasî saetekê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Piştî çalakiya rûniştinê, girseyê meşa xwe berdewam kir, bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Îstasyona Navendî ve meşiyan û li wir çalakiya xwe bi dawî kirin. 

KASSEL

Gel li Kassel a Elmanyayê careke din li dijî êrîşên li ser Rojava daketin kolanan. Bi hezaran kes li Qada Gel a Kasselê kom bûn, pankart û alên YPG, YPJ û Rojava yên mezin hilgirtin û heta Hauptbahnhofê meşiyan.

Axaftinên di meşê de hatin kirin, bal kişandin ser êrîşên dijmirovî yên li ser Rojava û bang li civaka navneteweyî, bi taybetî welatên Ewropayê kirin ku bêdengiya xwe bişkînin. Beşdaran bi dirûşmeyan piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava nîşan dan.

LUBECK

Li Lubeck a Elmanyayê li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî ya protestoyî hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan saet di 19.00’an de li Qada Kolmark kom bûn û ji bo protestokirina êrîşan dest bi meşê kirin.

Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirrina ji bo bîranîna kesên ku li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre girseyê meşa xwe li ser rêyek diyarkirî di navenda bajêr re domand û li Qada Kolmark kir.

Di axaftinan de bal kişandin ser salvegera berxwedana Kobanê û diyar kirin ku divê bêdengiya li hember dorpêçkirina ji nû ve ya bajêr a ji hêla çeteyên Îslamî yên radîkal bi dawî bibe. Axaftvanan bi bîr xistin ku Kobanê cihekî sembolîk e û gotin, "Kobanê êdî ne tenê bajarek e, ew navê berxwedanê ye. Ew ê qet nekeve. Ji ber ku gelê Kurd xwedî ruhekî têkoşînê ye."

Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî", "Gelê Kurd yek e" û "Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e" hatin berzkirin.

ROSENHEIM

Li Rosenheim a Elmanyayê êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin li dijî Rojavayê Kurdistanê bi mîtîng û meşên girseyî hatin protestokirin.

Çalakiya ku bi beşdariya Kurdistanî, Antîfa, Defend Rojava û dostên hevgirtinê pêk hat, li navenda bajêr dest pê kir. Di axaftinan de bi taybetî bal kişandin ser krîza mirovî ya li Kobanê. Axaftvanan diyar kirin ku zarok ji serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin û xwestin ku alîkariya mirovî ya bilez ji herêmê re were şandin û korîdorek mirovî were vekirin. Di serî de Elmanya û ji civaka navneteweyî hat xwestin ku berpirsiyariyê bigire ser xwe.

Beşdaran alên YPG û YPJ’ê û sembolên çar aerçeyên Kurdistanê temsîl dikin hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Kurdistan", "Kurd yek in" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

BASEL

Li Basel a Swîsreyê, bi hezaran kes di çarçoveya xwepêşandanên li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên cîhadîst ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo piştgiriya Rojava daketin kolanan.

Bi beşdariya Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê, enternasyonalîstên Swîsreyî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî Qada Claraplatz veguherandin qada xwepêşandanê. Girseyê dirûşmeyên "Qatil Colanî, “Qatil Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Kobanê”, "Bijî yekîtiya gelê Kurd", "Bijî YPJ”,  “Bijî YPG", "Rojava, Rojhilat e Kurdistanê yek welat e", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Rêber Apo" û "Şehîd namirin" dest bi xwepêşandanê kirin.

Di daxuyaniya ku bi zimanê Elmanî li ser navê Komîteya Rojava ya Baselê hat dayîn de ji raya giştî ya Swîsreyê û civaka navneteweyî hat xwestin ku li hember êrîşan bêdeng nemînin.

Piştî daxuyaniyan, girse bi ber stasyona trênê ya navendî ve meşiya, li wir daxuyaniyek kurt hate dayîn heta Barfusserplatzê meşiyan. Xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ZURÎH

Li bajarê  Zurîh ê Swîsreyê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Helvetiaplatzê kom bûn û 11’emîn salvegera rizgariya Kobanî bi bîr anîn.

Namzeta parlamenteriyê ya alternatîf a Zurîhê Tanya Magal di çalakiyê de axivî û diyar kir ku berxwedana Rojava ne tenê berxwedana gelê Kurd e, ya hemû mirovahiyê ye. Magal destnîşan kir ku ev têkoşîn têkoşîneke hevpar a ji bo demokrasî, azadî û rûmeta mirovan e.

Li qada xwepêşandanê, ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve ji bo Rojava alîkarî hate berhevkirin. Komîteya Amadekar ragihand ku xwepêşandana din dê li Winterthurê were lidarxistin û banga beşdarbûnê li raya giştî kir. Çalakî bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" bi dawî bû.

VIYANA

Li  paytexta Awûstûrya Viyanayê Kurdistanî û dostên wan ji bo balê bikişînin ser êrîş û komkujiyên li dijî sivîlan ên li Rojava meşek li dar xistin. Girseya ku li ber avahiya Parlamentoyê kom bû, berî ku ber bi Qada Operayê ve bimeşe, deqeyek rêz girt.

Di axaftinên di meşê de daxwaza rawestandina tavilê ya êrîşên li ser Rojava û bidawîkirina bêdengiya civaka navneteweyî hat kirin. Di axaftinan de hat bibîrxistin ku Rojava 11 sal berê bi têkoşîna hevpar a gelan hate rizgarkirin û hat gotin, "Çawa ku Rojava 11 sal berê hat rizgarkirin, îro jî bi heman îrade, bawerî û ruhî tê rizgarkirin."

Di meşê de dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" (berz kirin. Xwepêşandan li Qada Operayê bi dawî bû û bang li her kesî kirin sibê saet 18.00’an de li Qada Hutteldorf U4 dîsa bicivin.

SILKEBORG

Li Silkeborg a Danîmarkayê, gelê Kurd û dostên wan hêrsa xwe ya li dijî êrîşên çeteyan ên li ser Rojava bi tundî nîşan dan.

Di çalakiyê de belavok û kulîlk hatin belavkirin. Di xwepêşandanê êrîşên barbar ên li ser Rojava hatin protestokirin û bang li raya giştî ya cîhanê û hêzên garantor hat kirin ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin.

Çalakî bi dirûşmeyên, "Bijî berxwedana Rojava”, “Yek û yek, gelê Kurd yek e”, “Trump şerm bikee, Kobanê rûmeta me ye" bi dawî bû.