Bi hezaran kes ji bo protestokirina qetlîama Parîsê dimeşin

Li Parîsê bi hezaran kes ji bo protestokirina qetilkirina 3 Kurdan dimeşin.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo bîranîna Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), muzîsyenê li sirguniyê Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Aburrahman Kizil, bi hezaran kesan dest bi meşê kirin. Meş li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dest pê kir. Çalakvan dimeşin Buroya Enfermasyonê ya Kurdan a li Gare Nordê ku qetlîama yekemîn li wir hatibû kirin.

Malbatên di rêza pêş a korteja meşê de wêneyên şehîdên qetlîama Parîsê hilgirtin û li pişt wan jî hunermendên TEV-ÇAND’ê dimeşin.

Çalakvan sloganên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’û ‘Jin, jiyan, azadî’ diqîrin.