Salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê bi beşdariya bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Salona Sporê ya Lûzern Messe ku pîrozbahî lê hat lidarxistin, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng ên PKK’ê, şehîdên têkoşîna azadiyê û alên PKK û KCK’ê hate xemilandin.
Kurdistanî û dostên wan ku ji hemû bajarên Swîsreyê beşdarî pîrozbahiyê bûn, di tevahiya rojê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” berzkirin. Di pîrozbahiyê de piştgirî ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat dayîn û berxwedana azadiyê ya PKK’ê ya 45 salan hate silavkirin.
Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Axaftina vekirinê li ser navê dîwana CDK-Swîsre, ji aliyê Mehmet Arslan û Zeynep Elîh ve hat kirin. Elîh û Arslan di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan.
FÛAT KAV: PKK SEDEMA HEBÛNA GELÊ KURD E
Piştî axaftinên Elîh û Arslan, siyasetmedarê Kurd Fûat Kav mafê axaftinê girt. Kav di destpêka axaftina xwe de salvegera damezrandina PKK’ê silav kir û destnîşan kir ku PKK sembola vejîna gelê Kurd e.
Kav, anî ziman ku PKK romaneke bêdawî ye û got, “Damezrandina PKK’ê mohra xwe li dîroka Kurdistan û Tirkiye û heta cîhanê daye. Îro hemû cîhan û gelên Rojhilata Navîn dizanin ku îradeya PKK bûye hêzeke welê ku nayê şikandin.”
‘DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE’
Kav bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û destnîşan kir ku divê pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî’’ were parastin û berfirehkirin. Kav diyar kir ku daxwaza azadiya Ocalan di qada navneteweyî de veguheriye rastiyeke mezin û wisa got, ‘’Em ê vê tecrîdê bişkînin û Serok Apo azad bikin. Êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye.’’
Di axaftinên piştî Kav ku ji aliyê saziyên cuda ve hatin kirinde, bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîna azadiyê ya PKK'ê û bang hate kirin ku divê pêngava azadiya ji bo Abdullah Ocalan bi awayekî bi hêz were hembez kirin.
Piştî axaftinan ji aliyê Koma Folklorê ya Swisreyê ve pêşandanek hate kirin.
Çalakî li ber stranên hunermend Kawa Urmiye, Şiyar û Dijwar, Alî Jiyan, Zozan Zûdem, Farqîn Azad û Koroye jin a Baselê heta saetên dereng bi gerandina govendê berdewam kir.