Bi deh hezaran li Parîsê: Ji bo rûmeta edaleta Fransayê, biryara nepeniyê rakin! - NÛ BÛ

Li Parîsê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan wiha gotin: “Dem dema ronîkirina hemû komkujiyan e. Ev, rûmeta edaleta Fransa ye. Êdî dem hatiye; PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derbixin.”

Li paytexta Fransa Parîsê bi deh hezaran kes bi daxwaza eşkerekirina faîlên Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn di saetên sibehê yên zû de, li Gere du Nordê hatin ba hev û heta qada Repûblîqûeyê meşiyan.

Kurdistanî û dostên wan, kesên Fransî yên hatine hilbijartin, nûnerên sendîkayan, rêxistinên femînîst, ekolojîst, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan, tevlî meşê bûn. Girseyê bê navber dirûşmeyên “PKK tolhildan”, “Bijî Serok Apo”, “Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Şehîd namirin” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.

Ji Yekîtiya Baroyan a Parîsê, ji Nûnertiya Tevgera Nobeta Ciwan û parlamener bang li girseyê kirin.

Meş ji 5 kortejan pêk dihat. Piştî meş gihişt qada Repûblîqûeyê, mîtîng ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

‘EM Ê SERBIKEVIN, EW Ê BINBIKEVIN’

Hevseroka CDK-F’ê Xane Akdogan bang li girseyê kir û wiha got: “Gelê me yê bi nirx, hûn hemû bi xêr hatin. Di şexsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Apê Abdûrrahman de, ez kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne bi bîr tînim. Çiqas êşa me hebe jî, em bi hêz dibin. Çi dikin bila bikin em ê serbikevin, ew ê binbikevin.”

Hevserokê CDK-F’ê Abdûllah Ulmez jî spasiya kesên tevlî meş û mîtîngê bûne, kir û got ku ew ê têkoşîna şehîdan, timî bidin jiyîn.

POLAT: JI BO RÛMETA EDALETA FRANSAYÊ, BIRYARA NEPENIYÊ RAKIN

Berdevkê Têkîliyên Derve yê CDK-F’ê Agît Polat xwest ku sirê dewletê yê têkildarî dosyaya Komkujiya Parîsê ya 1’emîn bê rakirin û wiha got: “Îro dem hatiye; dem dema ronîkirina hemû komkujiyan e. Ev rûmeta Fransayê ye. Rûmeta edaleta Fransa ye. PKK rêxistinek e ku nûneriya gelê Kurd dike. Êdî dem hatiye; PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derbixin.”

Piştî axaftinên nûnerên CDK-F’ê malbatên kesên di Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn de şehîd bûne, xîtabî girseyê kirin.

Li ser navê malbata Sakîne Cansiz, birayê wê Metîn Cansiz ji girseyê re got ku hûn hemû malbata Sakîneyê ne. Xizma Evîn Goyî, Zeynep Kara jî xêrhatina tevahî beşdarvanên çalakiyê kir.

MALBATA ŞEHÎD: WÊ DEWLETA TIRK BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ JÎ BI SER NEKEVE

Cemal Tûran ku li ser navê malbata Şehîd Abdûrrahman Kizil axivî, got: “Dîroka dijminê me hovîtî ye. Dijminê me li dijî gerîlayên Kurd her pîsîtiyê dike, çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne lê wê bi ser nekeve.”

Mûsa Alan ku li ser navê malbata Şehîd Mîr Perwer axivî, wiha got: “Hêza li dijî me hêzeke hov e. Lê kî jî derkeve pêşberê me em ser natewînin. Çawa ku Mîr Perwer bi rêya Hozan Serhed de çû û ji bo bipêşveçûn û berbelavbûna hûnera Kurdistanê têkoşiya, em ê jî bidin ser şopa Hozan Serhed û Mîr Perweran.”

‘BILA SIRA DEWLETÊ BÊ RAKIRIN’

Li ser navê TJK-E’yê jî Cemîle Renklîçay axivî. Renklîçaya bi bibîranîna Şehîdên Parîsê dest bi axaftina xwe kir û ev tişt gotin: “Ew pêşengên têkoşîna Kurdan bûn. Omer Guney endamê MÎT’ê bû, li girtîgehê bi awayekê gumanbar hat kuştin. Dewleta Fransa ji bo astengkirina darizandina dewleta Tirk biryara sira dewletê danî ser dozê. Em bawer nakin ku Evîn Goyî ji aliyê nijadperestekî ve hatibe qetilkirin, ev kuştin, kuştineke siyasî ye. Bila sira dewletê ji ser dosyeya sala 2013’an bê rakirin. Em penaberên li vir, di bin parastina dewleta Fransayê de ne, em ê li vir li têkoşîna xwe dewam bikin.”

‘EM Ê KURDISTANÊ Û RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî wiha axivî: “Îro em bi deh hezaran Kurd ji bo edaletê li vir civiyan. Em kujeran nas dikin. Dibe ku kujer li vir bûn lê yên biryar dan li Enqereyê bûn. Dosyeya qetilkirina hevalên me Sara, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hêj nehatiye safîkirin. Lewma dewleta Tirk qetlîama duduyan kir. Dewleta Tirk çi jî bike wê ev karwan bigihîje menzîla xwe. Em Rêbertiyê û Kurdistanê azad bikin. Şehîdên me, ne bi tenê Kurd in, ji gelên din jî şehîdên me hene. Du roj berê heval me yên ku endamên MLKP’ê bûn, li Hesekê şehîd bûn. Heval Zekî ji vir tevlî Şoreşa Rojava bû. Dewleta Tirk êrîşê çar aliyên Kurdistanê dike lê em ê jî li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe em ê edaletê bînin welatê xwe. Em ê di xeta Rêber Apo û şehîdên xwe de bimeşin.”

‘DIVÊ GELÊ FRANSAYÊ HESAB JI DEWLETÊ BIPIRSE’

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî destnîşan kir ku dewleta Fransayê ji derxistina holê ya qetlîaman berpirs e û ev gotin kirin: “Divê gelê Fransayê hesabê her du qetlîamên li welatê xwe ji dewletê bipirse. Dewleta Tirk tehemulê cenazeyên me jî nake. Çawa ku hestiyên kurekî bi kargoyê dan dayika wî, xwestin cenazeyê Mîr Perwer jî birevînin, bi kepçeyê veşêrin. Em ê hesabê vê bipirsin. Em ê bi Şoreşa Jinan bersiva dewlet Tirk bidin.”

CORDEBARD: EM JI KURDAN RE DEYNDAR IN

Şaredara Parîsê ya 10’emîn Alexandra Cordebard jî anî ziman ku ew ji ber qetlîamên hatine kirin xemgîn e û got: “Hemû kesên hilbijartî yên li Parîsê, bi Kurdan re ne. Ev qetlîam ne bi tenê li Kurdan lê li Parîsê, li hemû gelê Fransayê hat kirin. Em ji Kurdan re deyndar in. Em bi Kurdan re xwişk û birane. Kurd ji bo azadî û demokrasiyê li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan. Em bi xêra we hene. Bizanin ku yên hilbijartî bi we re ne.”

Cordebard daxwaza safîkirina qetlîaman kir û got: “Bila Qetlîama 9’ê Çileya 2013’an û ya 23’yê Kanûnê bên safîkirin û edalet bê duristkirin. Ji bo edalet û safîkirina qetlîaman, tiştên pêwist divê bên kirin.”

MARTIAL: DIVÊ KURDÊN LI FRANSAYÊ BÊN PARASTIN

Jacqûes Martialê alîkarê şaredara Parîsê Anne Hîdalgo jî got: “Kurdên deh sal berê li Fransayê hatin qetilkirin em bi bîr tînin. Em bi Kurdan re ne. Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo bi Kurdan re ye. Em dizanin ku Kurd ji bo mafên xwe têdikoşin, ji bo mirovahiyê şer dikin. Fransa kesên ji bo mirovahiyê têdikoşe, divê biparêze.”

PANOT: BILA PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN

Mathîlda Panot a ji partiya La France Insoûmmîse (LFI) di axaftina ku kir de, got: “Em bi we re ne. Li ser navê Mélenchonê dibêjim ku êşa we, ya me ye. Em îdia medyayê ku kujer bi lêrasthatinî hatiye, qebûl nakin. Bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Heta PKK di nava lîsteya terorê de be wê êrîşên wiha bibin. Divê Kurdên li Fransayê bên parastin. Bila her Kurdekê li welatê me, bizane ku em bi Kurdan re ne. Jin, jiyan Azadî!”

Sekreterê Neteweyî yê Partiya Çepgir a Fransayê Jocelyne got: “Bila polîs hemû belgên di destên xwe de bi malbatan re par bikin. Divê êrîşa 23’ê Kanûnê wek êrîşeke terorî bê pênasekirin. Fransa divê hevkarên xwe biparêze. Êrîşa 23’ê Kanûnê wek êrîşeke bi terorî nas bike, li ber Erdogan rabibe. Divê êrîş li Rojava neyê kirin, PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Rêber Apo azad bibe.”

LAÛRENT: DIVÊ MACRON BI BERPIRSYARÎ RABIBE

Alîkarê Serokê Senatoya Partiya Komunîst a Fransî Pîerre Laûrent, di axaftina ku li ber girseyê kir de, ev tişt diyar kirin: “Li ser navê hemû endamên Partiya Komunîst û hilbijartiyên wê bi we re piştevan in. Ji bo heqîqet û azadiyê em ê bi we re bin. Divê Macron di vê mijarê de bi berpirsyariya xwe rabibe û hemû belgeyan eşkere bike. Eger Fransa vê qetlîamê safî neke wê sûcekê mezin dike û tê wê wateyê ku hevkar e bi Erdogan re. Divê di ber darê qetlîamê de dest bi lêpirsînê bê kirin. Divê Fransa dawiyê li têkiliyên xwe bi Edogan re bîne.”

COHEN: MEHA SIBATÊ EM Ê BIÇIN KURDISTANÊ

Senatorê Partiya Komunîst Laûrence Cohen ku axivî, ev tişt anîn ziman: “Hemû komunîst û koma me bi we re ne. Bi vê qetlîamê, berxwedêrên jin ên Kurd hatin armanckirin. 10 sal in ku em bi we re ne. Niha ji hemû partiyan 100 parlamenteran xwest ku Erdogan dawiyê li êrîşên li Kurdistanê bîne. Em ê Sibatê biçin Kurdistanê. Hem ji bo êrîşan ragihînin cîhanê hem jî bibin piştevan bi gelê Kurd re, em ê biçin Kurdistanê.”

Piştî axaftina Cohen, Hunermendê Kurd Hozan Comerd stran gotin ji bo kesên li qadê. Bi pişt re li ser navê SKB’ê Asra Asiye nûnera/ê DGB’ê, Kolektîfa Jinan a Neteweyî ya Fransî Sûzy Rojthman, Komarparêzên Serbixwe, Xwişkên Femînîst, Komunîstên Azadîxwaz axaftin hatin kirin. Di axaftinan qetlîamên Parîsê hatin şermezarkirin û daxwaza rakirina sira dewletê ji ser dosyêyên qetlîamên li Parîsê. Hunermendên Kurd Nûarîn û Diyar Mehrovî stranên xwe gotin.