Bi deh hezaran kes li Parîsê dimeşin

Li Parîsê bi deh hezaran kes ji bo bîranîna şehîdan û protestokirina her du qetlîamên li Parîsê dimeşin.

Ji bo eşkerekirina kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di 23'ê Kanûna 2022'an de hatin qetilkirin û ji bo raza dewletê ya dosyeya dozê de were rakirin, bi deh hezaran kes dimeşin.

Di meşê de gelek caran dirûşmên "PKK tolhildan", "Bijî Serok Apo", "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Gerîla", "Şehîd Namirin", "Terorîst Erdogan" tên berzkirin.

Serokê Baroya Parîsê, nûnerê Tevgera Ciwanên Nobedar û parlementerli cihê hevdîtinê ji raya giştî re axivîn.

Dema şaxa meşê bigihêje Qada République wê mîtîngek were lidarxistin. Di mîtîngê de bi dehan hilbijartiyên Fransî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, nûnerên sendîkayan, parêzer, nûnerên saziyên Kurdan, nûnerên rêxistinên çep ên sosyalîst ên ji Tirkiyeyê wê biaxivin.