Bi boneya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd turnûvaya futbolê hat lidarxistin
Li herêma Stavropol a Rûsyayê, bi boneya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tûrnûvaya futbolê hat lidarxistin.
Li herêma Stavropol a Rûsyayê, bi boneya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tûrnûvaya futbolê hat lidarxistin.
Kurdên li gelek herêmên Rûsyayê dijîn, bi merasîmên roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin.
Kurdên li herêma Stavropol a Rûsyayê dijîn jî, bi boneya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tûnûvaya futbolê lidar xistin. Tûrnûva bi tevlîbûna 8 tîmên futbolê ku nûneriya Kurdên li navçe û gundên herêma Stavropolê dikin, hat lidarxistin. Di encama lîstoka tîmên Abdullah Ocalan, YPG, Kobanê, Efrîn, Agirî, Amed, Rojava û Yekbûn de, sê tîmên bi ser ketin. Tîma YPG’ê bû yekemîn, tîma Kobanê bû duyemîn û tîma Amed jî bû sêyemîn.
Endamê Meclîsa Şandeya Kalên Herêma Stavropolê Ferman Rostemov axivî û peyama azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.