Berxwedana li Strasbourgê di roja 134’an de ye

Berxwedana greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê di roja 134’and e didome. Di roja 134’an a berxwdanê de hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît çû serdana berxwedêran.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi aramanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana li bajarê Strasbourgê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 134’an de didome. Tevî her ku diçe rewşa berxwedêran girantir dibe jî berxwedêr bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Dîsa serdanên berxwedêran jî bê navber didomin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi armanca piştgiriyê çû serdana berxwedêran.

Koçyîgît, bi berxwedêran re hevdîtin pêk anî û di derbarê rewşa wan a tenduristiyê de agahî girtin. Koçyîgît diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn. Koçyîgît got, “Tendirûstiya berxwedêran asta krîtîk jî li pey xwe hiştiye û gihaştiye asta şahadetê. Ji bo tecrîd bê şkandin, pêşî li şehadeta berxwedêran bê girtin, divê her kes dengê bilind bike, çi ji destê kê bê bike û bikeve tevgerê.”