Berxwedana greva birçîbûnê li Marsîlyayê hat silavkirin

Kurdistaniyên li Marsîlyayê, girtiyên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne silav kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê girtiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi mîtîngeke hatin silavkirin.

Mîtîng li Qada Canebîere ya Marsîlyayê bi deqeyek rêzgitina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpê kir. Di çalakiyê de ku gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin, li ser navê Meclîsa Civaka Demokratîk axaftin hat kirin. Di axaftinê de wiha hate gotin: “Azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya gelê Kurd, azadiya hemû Rojhilata Navîn bîne. Em ê çalakiyên xwe yên piştgiryê ji bo hevreyên xwe yên li girtîgehê bidomînin. Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn.”

Her wiha li pirtûkxaneya herî mezin a li bajêr di çarçoveya  pênava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de sihbet hat lidarxistin ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan bigihe xwîneran.