Banga TJK-F û CDK-F ji bo Newrozê

TJK-F û CDK-F têkildarê pîrozbahiyên Newrozê yên ku wê di navbera 19-21’ê Adarê li 7 navendên Fransayê bên lidarxistin daxuyaniyek dan û gotin, “Em reng, coş û ruhê têkoşîna xwe veguhazînin Newrozê, wê Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo.”

Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK- F) bi daxuyaniyekê bernameya Newrozê ya ku wê li gelek navendên Fransayê bên lidarxistin, diyar kirin ku wê îsal agirê Newrozê li dijî bêedaletî, newekheviyê, komkujî, dagirkerî û şer û qirkirinê pêxin.

Daxuyaniya hevpar a TJK-F û CDK-F wiha ye:

“Em îsal Newroza xwe bi dirûşmeya ‘Niha dema serketinê ye’ li dar dixin. Ji Kawayê Şoreşger Mezlûm’an, ji Zekiye û Rehşan heta bi Ronahî-Bêrîvanan, di şexsê şehîdên azadiyê û têkoşîna wan de agirê Newrozê tu carî nehatiye vemirandin. Em ê îsal agirê Newrozê li dijî neheqî, newekhevî, komkujî, dagirkerî û şer û qirkirinê pêxin.

Weke Tevgera Jinên Kurd a Fransa û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa em ê coş û kelecana têkoşînê bînin Newrozê. Em ê dîsa bi rengên xwe, bi dirûşmeya ‘Dem dema serketinê ye’ û bi dirûşmeyên xwe li qadan bin. Ji bo ku di zûtirîn dem de tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe, ji bo ku hemû girtiyên nexweş bi taybet Aysel Tûglûk bigihêjin azadiya xwe ya bêmerc û bê hêcet; her wiha li dijî qirkirina jin û xwezayê, em ê ji bo gotina na ji şerê desthilatdariyê ya welatên kapîtalîst dengê xwe bilind bikin.

Newroz vejîn û kelecana gelan e. Newroz kombûna hemû reng, yekîtî û biryardariya têkoşînê ye. Newroz evîna me ya azadiyê û agirê azadiyê ye ku tu carî venamire. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li qadên Newrozê li dijî dagirkeran li dora agirê azadiyê bicivin.

Werin em meşa azadiyê ya 8'ê Adarê bi Newrozê tacîdar bikin, reng, coş û ruhê xwe yê têkoşînê bigihînin Newrozê û vê Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo...”

 

FRANCE NEWROZ EVENT PROGRAM

 

PARÎS

 

Dîrok: Yekşem, 20’ê Adarê

 

Saet di 12:00’an de meş

 

Pîrozbahî saet di 14:00’an de

 

Navnîşan: Place de la Stalîngrad

 

RENNES

 

Dîrok: Yekşem, 20’ê Adarê

 

Dem: 12:00

 

Navnîşan: Parc des Gayeûlles, Rûe dû Professeûr Maûrîce Aûdîn

 

STRASBOÛRG

 

Dîrok: Şemî, 19’ê Adarê

 

Dem: 15:00

 

Navnîşan: 7 Rûe Prîncîpale, 67350 Ettendorf

 

MARSÎLYA

 

Dîrok: Yekşem, 20’ê Adarê

 

Dem: 13:00

 

Navnîşan: Parc de la Ravel, 13013 Marseîlle

 

BORDEAÛX

 

Dîrok: Yekşem, 20’ê Adarê

 

Dem: 14:00

 

Navnîşan: Salle Marînîere Merîgnac

 

DRAGÛÎGNAN

 

Dîrok: Şemî, 19’ê Adarê

 

Dem: 13:00

 

Navnîşan: 1718 Rûe des Combattants d’Afrîqûe dû Nord, 83600 Frejûs

 

MONTPELLÎER:

 

Dirok: Yekşem, 20’ê Adare

 

Dem: 14:00

 

Navnîşan: Salon dû Belvedere, le Corûm