Doza li ser Nihat Aşut, yê ku di 12'ê Adara 2025'an de bi angaşta karûbarên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li bajarên Kiel û Lübeck yên Elmanyayê dimeşîne hate girtin, û çalakgerekî Kurd ê din ê ku bêyî girtin tê darizandin, ji meha Îlonê ve li Dadgeha Cezayê Giran a Hamburgê berdewam dike. Herdu Kurd jî bi xala 129b ya Zagona Cezayê ya Elman tên darizandin, lê Nihat Aşut di meha Cotmehê de bi şert hate berdan.
Di rûniştina îro de, li ser serlêdana parêzerê wî Dr. Bjorn Elberling, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber Apo ya 27'ê Sibatê ji aliyê serokê heyeta dadgehê ve hate xwendin.
Parêzer Dr. Bjorn Elberling daxwaznameyek nû ya delîlan kiribû ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê heyî were berçavgirtin.
Armanca daxwazê, wekî ku hate gotin, ew bû ku nîşan bide ku pêvajoya aştiyê ji aliyê alîyê Kurd ve bi cidiyet û bê dudilî tê meşandin.
Elberling bi taybetî tekez kir ku Rêber Apo bi eşkere destnîşan kiriye ku têkoşîna çekdarî wekî amûrek şer bi dawî bûye.
Li gel banga Rêber Apo, agirbesta PKK'ê, biryara betalkirina wê ya di meha Gulanê de, merasîma şewitandina çekan û biryara vekişîna hêzên xwe yên çekdar jî hatin bîranîn. Herwiha agahî û belgeyên li ser tevlîbûna dewleta Tirk ya di pêvajoyê de jî hatin pêşkêşkirin.
Ji destpêka dozê ve, ew bi taybetî ji aliyê gelê ji Kiel û Lübeck ve tê şopandin. Di nav temaşevanên îro de malbata enternasyonalîstê Elman Konstantin Gedik jî hebû, yê ku di sala 2019'an de li Serêkaniyê şehîd ket.
Rûniştina pêşîn dê di 2'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a Hamburgê were dîtin. Tê payîn ku biryar heta dawiya vê salê were ragihandin.