Banga li hikûmeta Swêdê: Dawî li dersînorkirinê bîne, mafên Kurdan biparêze!

Komîserê Mafên Mirovan ê berê yê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg jî di nav de gelek rewşenbîr û dîplomatan bang li hikûmeta Swêdê kirin ku tavilê dawî li dersînorkirinê bîne û mafên mirovan ên Kurdan ewle bike.

Li rojnameya herî mezin a Swêdê Dagens Nyheterê 'banga vekirî ya li hikûmetê' bi îmzeya gelek rewşenbîr û dîplomatan hate weşandin.

Bang bi pêşengiya Komîserê Mafên Mirovan ê berê yê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg, rêveberê berê yê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, wezîr û Sefîrê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî Pierre Schori, rojnamevan û nivîskarê Kurd Kurdo Baksî hate kirin.

Di bangawaziyê de işaret bi tawîzên ku di berdêla endametiya NATO'yê de hatine dayin û hate xwestin ku dersînorkirin tavilê bêne rawestandin û mafên Kurdan bêne parastin.

Di bangê de hate bibîrxistin ku mehên dawî gelek kes radestî Tirkiyeyê hatin kirin û hate gotin, "Bûyerên ku diqewimin gotineke pêşiyan tîne bîra mirovan: Eger tu edaletê bitewîne, wê bişikê."

Hate ragihandin ku memorandûma li Madrîdê di navbera Swêd, Fînlandiya û Tirkiyeyê de hate îmzekirin bandoreke giran li Kurdan dike ku li Swêdê li jiyaneke azad digerin.

Di bangawaziyê de hate gotin, "Erdogan pênaseya teroîzmê ji Swêdê gelekî cuda bi kar tîne û divê ev yek were fêhmkirin. Kesên ku wî bi rengekî normal rexne dike, her kesên muxalefetê dikin weke terorîst pênase dike."

Di bangê de işaret bi 33 kesên ku dewleta Tirk dixwaze bêne radestkirin hate kirin û hate gotin, "Nûnerên Swêda me gelekî tawîz dane. Vê yekê mirovên bêguneh mexdûr kiriye û di nava dostên me de bûye sedema fikarên mezin. Eger Swêd alîkariya xwe ya ji bo kampanya hilbijartinê ya bi nêta nebaş a Erdogan dewam bike, ev yek wê bibe sosreteke cihê şermê. Divê hîn bêhtir dersînorkirin nebe."

Di bangê de hate gotin, "Em bang li Swêdê dikin ku navberê bide biryarên dersînorkirinê û li şûna vê yekê mafên mirovan ên Kurdan biparêze."

Yên ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê:

Kurdo Baksî, nivîskar û rojnamevanê Kurd ê Swêdî
Göran Eriksson, Şefê berê yê Stockholmê yê ABF'ê
Ahmad Eskandari, Rûspiyê Kurd ê Swêdî
Göran Greider, Nivîskar û redaktorê şef ê rojnameya Dala -Demokraten
Thomas Hammarberg, Nivîskar, Komîserê Mafên Mirovan ê berê yê Konseya Ewropayê
Helle Klein, Redaktora sereke ya rojnameya Dagens Arbete
Terfa Nisébini, Parêzer
Arne Ruth, redaktorê şef ê berê yê rojnameya Dagens Nyheter
Pierre Schori, Wezîrê Karên Koçberan ê Berê û Sefîrê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî
Omar Sheikhmous, Lêkolînerê li ser mijarên Rojhilata Navîn
Vildan Tanrikulu, Serokê berê yê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê