Bahtiyar Amed li Bernê hat bîranîn
Bahtiyar Amed ê di Berxwedana Rêveberiya Xweser a 2015’an de şehîd bû, bi tevlêbûna malbata wî jî bi merasîmekê hat bîranîn.
Bahtiyar Amed ê di Berxwedana Rêveberiya Xweser a 2015’an de şehîd bû, bi tevlêbûna malbata wî jî bi merasîmekê hat bîranîn.
Rohat Karakoç (Bahtiyar Amed) ê YPS’yî ku 22’ê Kanûnê li navçeya Nisêbîn ê Amedê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de şehîd bûbû, li paytexta Swîsre Bernê hat bîranîn.
Tevgerên Ciwanên Kurd ên Ewropayê û Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsre (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) merasîma bîranînê hat li dar xist. Malbata Bahtiyar Amed û bi dehan Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.
Merasîm ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê CDK’ê ya Bernê Cîhan Olmez axivî û wiha got: “Şehîd Bahtiyar bi sekna xwe ya li hemberî dijmin, ji bo ciwanên Kurd bû mînak. Cesareta wî û sekna wî ya di pêvajoya girtîgehê de, bandorek mezin li ser ciwanên Kurd çêkiriye.”
Nûnerê KOMAW’ê Metîn Mîntaş, Bahtiyar Amed bi bîr anî û qala komkujiya li Parîsê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Mîntaş wiha pêde çû: “Tecrîda di şexsê Rêber Apo de tê pêkanîn, li ser hemû gelê Kurd belav bûye. Di vê wateyê de azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Eger jiyanek çêbibe, wê bi Rêber Apo re çêbibe. Em jiyanek bêyî wî qebûl nakin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê têkoşîn bê kirin; tola Mîr Perwer, Evîn Goyî û Abdûrrahman Kizil wê bê girtin.”
Siyasetmedar Mûsa Farîsogûllari jî got ku eger felsefeya Rêberê Gelê Kurd bê esasgirtin û xwedî li xwîna şehîdan bê derketin, wê azadî mîsoger bibe.
Bavê Bahtiyar Amed, Bûrhan Karakoç jî axivî. Karkoç qala jiyana têkoşînê ya kurê xwe kir û anî ziman ku wê li pey şopa şehîdan xwedî li doza azadiyê derbikevin.
Di merasîmê de sînenîzyona ku li ser jiyana têkoşînê ya Bahtiyar Amed hatî amadekirin, hat temaşekirin. Bîranîn bi banga tevlêbûna meşa ku wê sibe li Bernê ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê ya 2’emîn bê lidarxistin, bi dawî bû.