Aydar: Biryara êrîşa li Parîsê li Enqereyê hatiye dayîn

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir Enqereyê biryara êrîşa li dijî komeleya Kurdan a li Parîsê daye û banga şermezarkirinê kir.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, nîvrokî li dijî Navenda Çanda Kurd êrîşeke çekdarî pêk hat.

Li gorî şahidan, kesekî çek di dest de berê gule li komeleyê, piştre xwaringeha Kurdan û li kûaforekî Kurd reşand. Di êrîşê de mirî û birîndar hene. Êrîşkar ji aliyê polîsan hate girtin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji ANF'ê re axivî û diyar kir ligel ku ew hemû agahiyên li ser êrîşî nizaibin jî diyar e ku ‘ne êrîşeke ji rêzê ye’.

Aydar got, "Em nikarin vê êrîşê weke êrîşeke ji rêze binirxînin. Ev versiyoneke din a êrîşa 10 sal berê ye ku li Parîsê hatibû kirin. Em nizanin kesê hatiye girtin kî ye, lê ev operasyon li Enqerê biryara wê hatiye dayîn. Ev êrîş ji aliyê MÎT û kontragerîla ve hatiye organîzekirin e."

Aydar, anî ziman ku kê êrîş kiribe jî li pişt êrîşê Enqere heye û bal kişand ser lêpirsîna li ser qetilkirina 3 jinên Kurd ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin û lêpirsîna hewldana sûîkasta li dijî rêveberên Kurd a li Belçîkayê.

Aydar got, "Vê lêpirsîna 10 salan nîşanî me da ku, navenda tîmên sûîkastê yên Tirk ku li Ewropayê ne, Fransa ye.”

Aydar diyar kir ku Fransa ji vê êrîşê berpirsyar e û tevbîrên pêwîst nestendiye û got, “Piştî qetlîama Parîsê tevdîrên pêwîst nehatin girtin û êrîşkar nehatin darizandin. Fransa ji îxmal û nestendina tevdîran berpirsyar e.”

Aydar diyar kir ku ev êrîş tê wateya ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê aniye Ewropayê û got “Êrîş li qadeke berfireh belav kirine.”

Aydar got, “Em ê jî li gorî vê tevbîrên xwe bistînin û em gel em ê xwe biparêzin. Bi van êrîşan re ne em û ne jî gelê me nikarin bitirsînin, em ê bi zanebûn zêdetir li dijî wan derkevin."

Aydar, bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku di nava pîvanên demokratîk de helwesta xwe nîşan bidin û got “Em bang li hemû gelê xwe yê li Parîsê dikin ku bila werin pêşiya komeleyê û xwedî li birîndaran derkevin.”