AvEG-Kon: 16'ê Sibatê em li Strasboûrgê werin cem hev!
AvEG bang kir ku 16'ê Sibatê li Strasboûrgê li dijî tecrîdê werin cem hev.
AvEG bang kir ku 16'ê Sibatê li Strasboûrgê li dijî tecrîdê werin cem hev.
Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê (AvEG-Kon) li dijî komplo û tecrîdê bang kir ku li Strasboûrgê kom bibin.
AvEG-Kon Leyla Guven, girtî û hemû berxwedêrên greva birçîbûnê slav kir û got, ''Parçekirina terîdê parçeye ji êşa giştî ya dewleta Tirk a faşîst û mêtinger a li ser gelê me û hêzên pêşeng e, wê dîktatoriyê bihejîne û hilweşandinê zû pêk bîne.''
'JI BO PARÇEKIRINA TECRÎDÊ..'
Di daxuyaniyê de hate gotin:
''Em AvEG ji bo ku tecrîdê bişkîne têkoşîna hevpar a bi berxwedana Leyla Guven, berxwedêrên grevên birçîbûnê yên Strasboûrg, girtîgehe û li çar aliyê cîhanê re, di meşa xwe ya Basel-Strasboûrgê de bidomînin.
Em bang li hemû pêşverû, hêzên şoreşge dikin ku 16'ê Sibatê Şemiyê li Strasboûrgê kom bibin.''