ASM: Dewleta Tirk toreke qetlîamê ya rêxistinkirî ye

Meclîsa Sirgûnan a Ewropayê got: “Qetlîama Parîsê ya 23’yê Kanûnê, dewam Qetlîama 9’ê Çileya 2013’an e“ û bang li sirgûnên ji her neteweyê û hêzên pêşverû û şoreşger kir ku tev li çalakiyên bibîranînê bibin.

Meclîsa Sirgûnan a Ewropayê (ASM) bi daxuyaniyeke nivîskî, di salvegera 10’emîn de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn û îşaret pê kir ku ji ber dewleta Fransayê têkiliya êrîşê û kujer bi dewleta Tirk re bi awayekê eşkere dernexistiye holê, êrîş û qetlîama dawîn hatiye kirin û bang li sirgûnên ji her neteweyê, hemû civaka demokratîk û saziyên mafên mirovan kir ku li dijî êrîşên faşîst ên bi her awayî dengê xwe bilind bikin, li sirgûnê li ber girtin, qetlîam û êrîşan rabibin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Polîtîkaya îmha, înkar û qetlîamê ku sed sal in li dijî Kurdan lê tê dewamkirin êdî li sînorên derveyê Tirkiyeyê jî xistine dewrê.

Bi alîkariya efendiyên xwe yên emperyalîst û piştgiriya hevkaran, li Iraq, Sûriye û Rojava sûcên li dijî mirovahiyê yên wek bikaranîna çekên kîmyewî dikin, êrîşên faşîst li Fransayê jî dikin.

Dewleta Tirk, ji roja avabûyîna xwe ta bi niha toreke qetlîamê ya organîzekirî ye.

Dewletên Ewropayê ku ji bo berjewendiyên xwe yên leşkerî û aborî dengê xwe ji qetlîamên dewleta Tirk re nakin, dewleta Tirk di zilma faşîst, êrîşkarî û bêperwayiyê de yekcar wêrek dibe.

Êrîş û qetlîama 23’yê Kanûnê li Parîsê hat kirin, dewama Qetlîama 9’ê Çileyê 2013’an e.

Dewleta Fransayê, têkiliya êrîşê û kujeran bi Komara Tirkiyeyê re bi awayekê eşkere dernexist holê, bi helwesteke polîtîk mehkûm nekir, zemînê qetlîam û êrîşkariya dawîn amade kir.

Di salvegera 10’emîn a qetlîamê de em di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê de hemû qetilkiriyan bi bîr tînin û nalet li kujeran dikin!

Em Meclîsa Sirgûnan a Ewropayê (ASM) bang li sirgûnên ji her neteweyî, hêzên pêşverû û şoreşger dikin ku tev li çalakiyên bibîranîn bibin; bang li hemû civaka demokratîk û saziyên mafên mirovan dikin ku dengê xwe ji êrîşên faşîst ên bi her awayî re bikin, li sirgûnê li ber girtin, qetlîam û êrîşan rabibin û têbikoşin!“