Apê Vahap hat veşartin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
Welatparêzê bi navê Vahap Gogebakan ê li Berlînê dixebitî û jiyana xwe ji dest da hat veşartin.
Welatparêzê bi navê Vahap Gogebakan ê li Berlînê dixebitî û jiyana xwe ji dest da hat veşartin.
Vahap Gogebakan (Apê Vahap) ê 76 salî ku li paytexta Elmanyayê Berlînê salên dirêj di xebatên kolemeyê de cih girt, roja Yekşemê jiyana xwe ji dest da. Vahap Gogebakan ji bo li taxa Gogebakan a navçeya Kuluncak ê Meletiyeyê li warê xwe bê veşartin, merasîma hate lidar xistin.
Piştî nimêja cenaze bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyên ku li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk hatin cem hev, merasîma veşartinê hate lidar xistin.
‘HETA KÊLIYA DAWIYÊ TÊKOŞIYA’
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan dayê Şemse piştî nimêja cenaze axivî û got, "Ji roja ku di sala 1993'yan de PKK’ê hate qedexekirin bedena xwe da ber agir heta roja îro, rojek jî negotiye ez westiyame, êşiyam ango extiyar bûme. Heta kêliya dawî dev ji têkoşîna xwe berneda, her tim bi me re bû."
Piştre Zekî Pîrsûs di merasîmê de axivî û got, "Zehmet e ku mirov xebat û pratîka hevrê Vahap binirxîne. Bi salan em bi hev re xebitîn. Di çalakî, meş û li her qadê de, me bi hev re têkoşînek meşand. Di her warî de hevrêyek me yê kedkar bû. Her tim bi Rêbertî ve girêdayî bû, bawerî û têkoşîna wî qet rawenestiya.”
Siyasetmedar Selahattîn Mete jî wiha axivî,
"Apê Vahap bi pîvana xwe ya welatparêziyê ji me re bû mînak. Di têkoşîna 34 salan de li hemû qadên Ewropayê geriya û xebat kir. Li her qada ku çûbû, di her meş, mitîng û çalakiya li hemberî hêzên dagirker nîşan da ku ew Kurd û Kurdistanî ye. Apê Vahap di hemû têkoşîna xwe de her tim welatparêzekî dilsoz bû. Di têkoşîna xwe ya 34 salan de îspat kir ku dilsozê azadiya xwe ye. Dilsozê şehîd, Kurdistan û Rêber Apo bû.”
Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz jî wiha got, "Gotina wî ya dawî 'Bijî Serok Apo' bû. Heta dirûşmeya xwe ya dawî negot, çavên xwe negirt. Lewma divê em layiqî Apê Vahap, şehîdên xwe û Rêberê xwe bin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê Kurdan e, Rêberê hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Apê Vahap her tim şopdarê rêya şehîdan bû û her tim li ser xeta welatparêziyê bû. Ji ber vê yekê em li hemberî keda wî bejna xwe ditewînin û em soza berdewamkirina têkoşîna wî didin."