Aliyên hevpar ên herdu kujerên Komkujiyê Parîsê
Rêbazên xwe cuda jî bin, gelek aliyên hevpar ên kujerên herdu komkujiyên Parîsê Wîllîam Malet û Omer Guney hene.
Rêbazên xwe cuda jî bin, gelek aliyên hevpar ên kujerên herdu komkujiyên Parîsê Wîllîam Malet û Omer Guney hene.
Di 9'ê Çileya 2013'an de şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Piştî bi 10 salan di 23'ê Kanûna 2022'an de careke din li paytexta Fransa Parîsê komkujiyek li dijî Kurdan hate kirin û endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) û hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin.
Komkujiya duyemîn jî mîna ya yekemîn bi organîzeya îstîxbarata Tirk MÎT'ê hate kirin. Komkujiya destpêkê ji aliyê tetîkkêşê MÎT'ê Omer Guney ve li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li nêzî Gare de Nord a Parîsê hate kirin. Ya duyemîn jî li pêşiya Navenda Çanda Kurd a li taxa Strasbourg Saint Denis bi destê Wîllîam Malet ve hate kirin.
Herdu kujer yek jê Fransayî ye jî Tirk be jî taybetmendiyên wan gelekî dişibin hev. Aliyên hevpar ên herdu kujeran bi vî rengî ne:
NEXWESTIN BIREVIN
Wîllîam Malet di 23'ê Kanûna 2022'an saet di 11:40'î de li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil şehîd xist. Piştre gule berda restorana Avesta ya li pêşiya komeleya Kurdan û piştre jî kete salona berber a Mûnzûr a Kurdan. Li vir jî fîşek berda û dema ku şarjora wî qediya ji aliyê muşteriyên li hundir ve hate bêbandorkirin û radestî polîsan hate kirin.
Malet ku bi qutiyek ji 25 fîşek, şarjorên tijî û debanceyeke bi marka 1911'an hate girtin, tevî ku piştî komkujiyê karîbû bireviya, nereviya. Bi heman rengî Omer Guney jî piştî komkujiya 9'ê Çileyê karîbû bireviya, lê wî jî ev ne kir. Guney çend roj piştî 9'ê Çileyê mîna Malet ji aliyê Kurdan ve radestî polîsan hate kirin.
HERDU JÎ JÎ NIJADPEREST Û KUJERÊN PROFESYONEL BÛN
Kujer Malet di îfadeya xwe ya destpêkê de got ew nijadperest e û ji Kurdan aciz e. Kujer Guney jî li herêmeke Elmanyayê ku lê dima weke nijadperestekî Tirk dihate naskirin.
Xwediyê mala ku Guney lê dima, piştî komkujiya 9'ê Çileyê ji ANF'ê re axivî û têkildarî taybetmendiya Guney ev agahî da: "Ji min re gelek caran got, 'Ez Tirkekî Osmanî me'. Neteweperest bû, ji Kurdan hez nedikir."
Kujer Guney 32 salî, Mallet jî 69 salî bûn. Li gel vê cudahiya temen jî herdu jî kujerên profesyonel bûn. Fîşekên ji çeka Guney teqiyan ti ji wan vala nebû. Hemû jî li bedenên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ketin.
Bi heman rengî fîşekên kujer Malet jî li gel temenê xwe yê dirêj li hedefên xwe ketin. Ji çeka Malet 7 fîşek hate berdan. Du ji wan li Evîn Goyî, yek li Mîr Perwer û yek li Abdûrrahman Kizil û sê jî li yên li salona berber ketin û ew birîndar kirin. Di komkujiya destpêkê de Sakîne Cansiz, di komkujiya duyemîn de Evîn Goyî hatin qetilkirin ku ji pêşengên têkoşîna jinê bûn. Piştî berdana fîşeka destpêkê Evîn Goyî kete erdê û birîndar bû. Malet ji nêz ve fîşeka duyemîn berda ku ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk 'biryara înfazê' têkildarî vê şoreşgera Kurd daye.
LI POLÎGONA ÇEKAN PERWERDE WERGIRTIN
Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin piştî komkujiya 23'ê Kanûnê daxuyaniyek da û li ser kujer Malet agahiyên balkêş da: Wezîr Darmanin anî ziman ku Malet bi rêk û pêk diçû polîgoneke çekan a klûbeke sporê û timî hînî berdana çekan dibû. Bi heman rengî Omer Guney jî li Eylaeta Bavyera ya Elmanyayê endamekî klûba berdana çekan bû û demekê li wir perwerde wergirtibû.
SABIQEYA HERDU KUJERAN
Di sabiqeya herdu kujeran de agahiyên girîng balê dikişîne. Heman piştî komkujiya 23'ê Kanûnê Sozgeriya Parîsê diyar kir ku kujer Wîllîam Malet xwedî sê qeydên sabiqeyê ne. Di sala 2017'an de ji ber çeka qedexekirî pê re bû 6 mehan bi girtîgehê hate mehkûmkirin. Di sala 2016'an de ji ber tundiya bi çekê di Hezîrana 2022'an de ji bo 12 mehan bi girtîgehê hate mehkûmkirin.
Ji ber ku îtiraz hate kirin û pêvajoya hiqûqî dewam dikir, Malet di Kanûna 2021'ê de li Parîsê bi şûr êrîşî kampeke koçberan kir ku koçberên Sûdanî lê bûn û 2 kes birîndar kir. Ji ber vê êrîşê salekê girtî ma. Di 12'ê Kanûna 2022'an de bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.
Bi heman rengî Omer Guney jî li Elmanyayê qeyda xwe ya sabiqeyê hebû. Di sala 2005'an de di dema kontrola trafîkê de bi çeka bê destûr hate girtin û sala 2011'an sprey a qedexekirî û kêr pê re hate dîtin. Qeyda sabiqeyê ya Guney demeke dirêj veşartî hate hiştin û li ser pêşnûme pirsa bi israr a parlamentera berê ya Partiya Çep Ulla Jelpke ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ve hate eşkerekirin.
FRANSAYÊ MALET, ELMANYAYÊ JÎ GUNEY JI NEDÎTÎ VE HATIN
Wîllîam Malet tevî gelek êrîşên birîndarkirinê jî hate bedan û piştre ji aliyê yekîneyên ewlekariyê yên Fransayê ve nehate şopandin. Omer Guney jî heta dawiya sala 2011'an her wiha sal û nîvek beriya komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê li Elmanyayê bû lê belê tevî ku qeyda xwe ya sabiqeyê hebû bi ti awahî nehate lêpirsîn. Guney bi komeke faşîst a Tirk re tevdigeriya û li febrîqeyê tevlî gelek bûyerên êrîşê yên li dijî Kurdan bû bû.
HERDU KUJERAN GOTIN 'EZ NEXWEŞIM'
Kujer Malet heman piştî ku hate girtin ji polîsan re got ku nexweşekî psîkolojîk e. Malet nexweşiya xwe weke 'hêrsa patolojîk' pênase kir û doktorên ew kontrol kirin, gihîştin wê encamê ku şert û mercên destgîrkirina wî ne di cih de ye. Li ser vê yekê polîsan di roja duyemîn de ew birin klînîka psîkiyatrî ya emniyetê. Lê belê bi îtiraza dozgeriyê Malet careke din hate girtin û ew birin girtîgehê.
Kujer Guney jî tevî ku 10 sal di ser re derbas bûn hîn 'nexweşiya' wî baş nehatiye ronîkirin. Hate îdîakirin ku tumorek li ser meşiyê Guney hebû. Lê belê di rastiyê de ti carî eşkere nebû ku nexweş e yan na. Omer Guney nêzî mehekê beriya rûniştina doza Komkujiya 9'ê Çileyê di 17'ê Kanûna 2016'an de mir.
Rayedarên fermî yên Fransayê hîn jî sedema mirina Omer Guney eşkere nekirine.