Alîgirê serxwebûnê yê Korsîkayî Yvan Colonna yê 61 salî, bi hinceta ku Sibata 1998'an waliyê Korsîkayê Claude Erignac li bajarê Ajaccio kuşt li bajarê Arlesê girtî bû. Di 2'ê Adarê de hate ragihandin ku girtiyekî 'cîhadîst' êrişî Yvan Colonna kiriye. Girtiyê siyasî piştî ku sê hefteyan li nexweşxaneyeke li Marsîlyayê di komayê de ma, 21'ê Adarê jiyana xwe ji dest da.
Serxwebûnparêzê Korsîkayî çar sal piştî kuştina walî di Tîrmeha 2003'an de hatibû girtin. Colonna îdîayên ku pê dihate sûcdarkirin qebûl nekir. Sala 2007'an cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn. Salên 2009 û 2011'an jî di çarçoveya heman dozê de bi îtirazan re bi giştî sê caran bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hate mehkûmkirin. Colonna ku li girtîgeha Arlesê dihate girtin, gelek caran ji bo ji Korsîkayê re bê veguhastin daxwaz kiribû, lê belê daxwaza wî her carê hatibû redkirin.
Êrişa li girtîgehê bû sedema hêrsa mezin a Korsîkayiyan. Bi rojan li qadan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê çû Korsîkayê û xweseriya ji bo Fransayê weke mijareke tabû bû, ji neçarî bike mijara nîqaşê. Dema ku Colonna di komayê de bû hikumetê biryar da ku cezayê wî bê taloqkirin. Her wiha ji bo veguhastina du kesên ji heman sûcî hatin mehkûmkirin ji bo girtîgehên li Korsîkayê biryar dabû. Piştî Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin soz da ku bi hilbijartî û hêzên çalak ên civakî yên Korsîkayî re li ser otonomiyeke gengaz nîqaşê bike, çalakiyên protestoyî yên li giravê hefteya derbasbûyî bi dawî bûn.