Aktîvîstên Tîfaqa Ked û Azadiyê li Berlînê belavok belavkirin

Aktîvîstên Tîfaqa Ked û Azadiyê li Berlînê belavok belav kirin û bang li welatiyên Tirkiyeyê kirin ku dengê xwe bidin tîfaqê.

Xebatên Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartinên Giştî ya Parlementeriyê ya 28’an ku wê di 14’ê Gulanê de bên kirin, li paytexta Elmanya Berlînê lêz da.

Aktîvîstên Tîfaqa Ked û Azadiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li li Oranienstraße Berlînê ku welatiyên Tirkiyeyê lê zêde dijîn, belavok belav kirin. Aktîvîstlên ku serdana dikandaran kirin, bal kişandin ser girîngiya qeydên dengdêran û ji bo piştgiriya Tîfaqa Ked û Azadiyê deng xwestin.