Akdogan: Gelê me wê di asta herî bilind de xwedî li şehîdan derkeve

Hevseroka CDK-F'yê Xane Akdogan diyar kir, ku piştî cenazeyên şehîdan wergirtin wê bi merasîmekê ber bi welêt ve bişînin û got, "Şehîd nirxên me ne. Gelê me wê di asta herî bilind de xwedî li nirxên xwe derkeve."

Di ser Komkujiya Parîsê re 7 roj derbas bûn ku di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Cenazeyên şehîdan li Saziya Tip a Edlî ya Fransayê ye. Ji ber ku karê qanûnî hînê bi dawî nebûye, nediyar e ku cenazeyên şehîdan kengî bê veşartin. Ji 23'ê Kanûnê roja komkujiyê û vir ve gel li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya nobeda edaletê dike.

Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Xane Akdogan komkujî û bûyerên piştî komkujiyê nirxand. Xane Akdogan anî ziman ku komkujiya 23'ê Kanûnê dewama komkujiya beriya 10 salan e û li dijî Kurdan hemûyan hatiye kirin. Akdogan got, "Beriya her tiştî komkujiyeke plankirî bû. Dihate zanîn ku 23'ê Kanûnê bi beşdariya 80 delegeyî wê civînek bihata lidarxistin. Ji ber vê yekê komkujiyeke hîn mezintir hatibû plankirin. Êrîşî jineke berxwedêr, kedeke 35 salan kirin. Êşa me mezin e, hêrsa me mezin e. Dijmin li her derê êrîşî Kurdan dike. Dijmin ji me ditirse, eger netirsiyabûya ewqasî êrîş nedikir."

EVÎN GOYÎ PÊŞENGA ME YE

Akdogan got, "Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku li Zap, Avaşîn û Metînayê tengav bûye, têk çûye, êrîşî Rojava û Kurdên li Ewropayê dike. Rast e, zehmet e ya ku qewimiye; hevala Evîn Goyî fermandara min bû, pêşenga min bû. Ez vê yekê bi wateya polîtîk nabêjim, êşeke gelekî mezin li pey xwe hişt. Lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin gavê bi paşve bidin avêtin. Mîna ku Rêbertî dibêje, PKK partiya şehîdan e. Her ku şehîdan dide hîn bêhtir li ber xwe dide û xurt dibe. Em ê ti carî paşve gavê neavêjin. Em ê bi ser bikevin, dijmin ê mêtinger dagirker wê têk biçe. Em ê teqez bi ser bikevin."

CDK-F LI BER SÛCDARKIRINA NIJADPERESTIYÊ YA TETÎKKÊŞ RABÛ

Akdogan diyar kir ku bi navê CDK-F'ê wan îtiraz kirine ku tetîkkêş bi sûcdariya nijadperestiyê hatiye girtin û got, "Min bi xwe gilî kir û weke Hevseroka CDK-F'yê ji hikumeta Fransayê ev yek pirsî: Li vî welatî mafê jiyanê yê her kesî heye, gelo tenê ji bo Kurdan nîne? Hûn dikarin her kesî biparêzin, çima nikarin Kurdan biparêzin? Çima em ji her tiştî bêpar in? Çima komkujî li me tê kirin? Ji min re gotin, tu siyasî diaxive. Tu polîtîk nêzî bûyerê dibe. Min jî got, 'Na ez bi rengekî siyasî neaxivim û siyasetmedar nînim. Ez êşa xwe tînim ziman, 40-50 sal in Kurd li Ewropayê, li Fransayê ne. Rojekê jî kevirek neavêtine. Hûn qada demokrasî û mafên mirovan dikin, gelo ev tiştên şaş in? Çima em ji van mafan bêpar in'. Gotin ku kujer nijadperest e, ev êrîşeke nijadperest e. Ez jî li ber rabûm, min got, gelo nijadperest çima tê Kurdan qetil dike? Her roj bi dehan mirov tên dibêjin, ewlehiya me ya jiyanê nîne, êm bi êrîşan re rû bi rû ne. Gotin em nikarin her kesî biparêzin. Ez ne weke şexs, bi navê gelê me yê li Fransayê li vir im. Bi navê gelê Kurd li vir im û dipirsim: Hûn neçar in biparêzin û ev yek wezîfeya we ye. Me doz da destpêkirin."

KARÊN QANÛNÎ BI GIRANÎ TÊ MEŞANDIN

Têkildarî karên qanûnî yên veşartina cenazeyan jî Hevseroka CDK-F'yê diyar kir ku ev pêvajo bi giranî tê meşandin û got, "Heta niha cenaze nedan me, otopsî dewam dike. Di hevdîtinan de ji me re gotin ku radestkirina cenazeyên şehîdan wê di sala nû de bê kirin. Ji aliyê dîplomatîk ve kar giran tê meşandin. Em dixwazin cenazeyên şehîdên xwe werbigirin. Malbatên me yên bi êş ên li welêt li benda cenazeyan e. Ji bo ev pêvajo bi lez bê meşandin hevdîtinên me dewam dikin."

Akdogan diyar kir ku piştî cenaze wergirtin wê merasîmekê lidar bixin û cenazeyên şehîdan bişînin welêt, "Em bawerin ku roja me cenazeyên şehîdên xwe wergirt, wê gelê Kurd li vir be û bi merasîmeke bi heybet bişîne welêt. Şehîd nirxên me ne, gelê me wê di asta herî bilind de xwedî li nrixên xwe derkeve."