Akademîsyen û xwendekarên Meksîkayî analîza Abdullah Ocalan xwendin

Li bajarê Creel ê Meksîkayê komeke akademîsyen û xwendekar di çarçoveya Rojên Xwendina Pirtûkan de beşek ji analîzên Abdullah Ocalan ên têkildarî şoreşa jinê xwendin û li ser Konfederalîzma Demokratîk nîqaş kirin.

Li bajarê Creel ê girêdayî eyaleta Chihûahûa ya Meksîkayê, komeke aktîvîst di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de civîna Rojên Xwendina Pirtûkên Ocalan a Global lidar xist.

Civîna ku 10’ê Kanûnê di çarçoveya Rojên Xwendina Pirtûkan de hate lidarxistin, li Dibistana Antrapolojî û Dîrokê ya Bakurê Meksîkayê bi tevlîbûna 50 xwendekar û akademîsyenan pêk hat.

Di civînê de beşek ji analîzên Abdullah Ocalan a têkildarî şoreşa jinê hate xwendin û qasî 2 saetan paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin.

Aktîvîstên ku beşdarî civînê bûn destnîşan kirin ku wê kampanyayê xurt bikin û bidomînin û diyar kirin ku divê mirovekî ku îlhamê dide cîhanê azad bibe.

Civîn bi berzkirina dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” bi dawî bû.