Agirê Newrozê li Munchenê hate dadan

Li bajarê Munchenê yê Elmanyayê, agirê Newrozê hate dadan û bi sedan kesî Newroz pîroz kirin.

Çalakiya Newrozê ku ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd ve hate lidarxistin, li qada Stachusplatzê bi dadana agirê Newrozê dest pê kir.

Kurdistaniyên li bajarê Munchen ê Elmanyayê di çalakiya Newrozê de li hev civiyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, pîrozbahiyên li çar parçeyên Kurdistanê hate silavkirin.

Kurdan tevî dostên xwe govend gerandin. Hunermend Cevat Merwanî û Azad derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" hatin qîrîn.