ADGB: Berê xwe bidin qadên çalakiyan
ADGB'ê bang li her kesî kir ku ji bo hesabê êrîşa Parîsê bê pirsîn, berê xwe bidin qadên çalakiyê û hesabê êrîşê bipirsin.
ADGB'ê bang li her kesî kir ku ji bo hesabê êrîşa Parîsê bê pirsîn, berê xwe bidin qadên çalakiyê û hesabê êrîşê bipirsin.
Hêza Yekbûyî ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li ser komkujiya li Parîsa paytexta Fransa ku 3 kes tê de şehîd bûn, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li ser gelê Kurd û dostên wan li hemû cîhanê berdewam in. Siyaseta xwînê ya hikûmetê îro dîsa li Parîsê derket holê. Yên ku ev êrîş kirin û yên di sala 2013’yan de hevrê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin, heman desthilatdariya faşîst e. Hevkarên wê Gladîo ne, ku cîhanê mehkûmî birçîbûn û xizaniyê dikin.
Ev êrîşa ku ji aliyê Enqereyê ve bi destûra Gladîoyê hatiye plankirin û kirin, ne tenê li dijî gelê Kurd, lê li dijî her kesî hatiye kirin ku piştevan e bi gelê Kurd re; pê re têdikoşe. Komkujî li dijî jinan, ciwan û karkeran hatiye kirin. Wê bi têkoşîna me ya bi mil bi mil, ev zilm raweste. Têkoşîna me ya yekbûyî wê hesab bipirse. Banga me ev e; Ji bo hesabê vê êrîşê ji berpirsan bê pirsîn, em bang li her kesî dikin ku li cihê dijîn berê xwe bidin qadên çalakiyan û hesab ji êrîşkaran bixwazin.“