Açan: Em ê dinyayê li çeteyên Erdogan-Soylû-Akar teng bikin

Nivîskar û edîtorê Alinteriyê Selîm Açan diyar kir ku Qetlîama Parîsê bi plan hatiye kirin û tiliya dewleta Tirk tê de heye û got: “Em ê hesabê qetlîamê ji çeteyên Erdogan-Soylû-Akar bixwazin.“

Nivîskar û edîtorê Alinteriyê Selîm Açan nirxandina Qetlîamê Parîsê kir ku 23’yê Kanûnê hat kirin û 3 aktîvîstên Kurd hatin qetilkirin. Açan got: “Guleyên cara duduyan li hevrêyên me hatin xistin, ne bi tenê li Parîsê hatin berdan, gefa îmhakirina bi tevahî li Bakur û Başûrê Kurdistanê tê xwarin bi destên dewleta Tirk a faşîst. Ev êrîş dewama wan êrîşan e ku bi armanca têkbirina têkoşîna azadiya Kurdan û şikandina vîna wan hatiye kirin.“

QETLIAMEK E KU DEWLETA TIRK A FAŞÎST LI PIŞT E

Açan diyar kir ku Parîs ne bûyereke bi tena serê xwe ye û wiha got: “ Ji ber hesabên aborî, siyasî û leşkerî yên dewleta Fransayê yên bi rejîma faşîst a Tirk re, wezîrê karê hundir û dozgerê Parîsê ketina wê hewilê ku qetlîamê wek êrîşeke nijadperestekê har nîşan bidin, lê rastî ne ew e. Qetlîam bi eşkerehî hatiye plankirin, dewleta Tirk li pişt kujer e. 

Çekên kîmyewî ku li Metîna, Zap û Avaşinê tên bikaranîn çi bin, nemerdî û polîtîkaya dijmirovî ku dayikên me yên 80 li nava Stenbolê bi erdê re dikişîne çi be, tecrîda girankirî ya li serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi be, niha me hay jê nîn e sax e ya na, qetilkirina Sarayan û qetilkirina sê hevalên me vê dawiyê, gavekê nû yê xeleka temamker a vê polîtîkayê ye. Ev ji hev ne qut in.

EM Ê HESAB JI ÇETEYÊN ERDOGN-SOYLÛ-AKAR BIXWAZIN

Em jî divê li ser vî asasî bi têkoşîna yekbûyî ya gelan, li ber vê dijşoreşa neyartiya azadiya navneteweyî ya gelan rabibin. Divê em pratîka wê geş bikin.

Eger em pêk neynin, şerkirina bi dijşoreşa faşîst re nedin ber çavên xwe em nikarin rê li ber qetilkirina hevrêyên xwe yên nû bigirin.

Lê em ê nîşanê dijşoreşa navneteweyî, rejîma faşîst a Tirk, çeteya Erdogan, Soylû û Hûlûsî Akar bidin. Hûn nikarin bi jehrîkirinê me biqedînin. Em ji heqê wê hemûyan derdikevin. Em ê dinyayê li we teng bikin. Em ê hesabê kirinên we ji we bixwazin.“