Şoreşgerê Enternasyonalîst Têkoşer Piling li Bernê hat bibîranîn
Ji bo şervanê YPG’ê Têkoşer Piling ê di pêngava rizgarkirina Baxozê de şehîd bibû, li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi tevlêbûna malbata wî merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo şervanê YPG’ê Têkoşer Piling ê di pêngava rizgarkirina Baxozê de şehîd bibû, li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi tevlêbûna malbata wî merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo şervanê YPG’ê Têkoşer Piling (Lorenza Orsettî) yê ku 18’ê Adara 2019’an di pêngava rizgarkirina Baxozê de şehîd bibû, li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi tevlêbûna malbata wî merasîma bîranînê hat lidarxistin. Gelek kes tev li çalakiya bîranînê ku li Komeleya Çanda Kurd a Bernê hat lidarxistin bûn.
Di salona bîranînê de wêneyên Orsettî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê KOMAW’ê Saadet Kuran axivî û anî ziman ku ew serbilind in ku enternasyonalîstan ji bo têkoşîna Kurdistanê şer dikin.
Bavê Têkoşer Piling Alessandro Orsettî jî diyar kir ku têkoşîn wê di rêya kurê wî de mezin bibe û bal kişand ser têkoşîna hevpar a li hemberî faşîzmê.