Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, salvegera 13’an a Şoreşa Rojava bi organizasyona DEM-KURD, Defend Rojava û Koma Xwendekarên Kurd bi festîvaleke bi heybet hate pîrozkirin. Di festîvalê de Nûneriya Federal a Yekîtiya Xwendekarên Fêrbûna Bilind a Awûstûryayê stand danî û peyama piştevaniyê da.
Nûnera Defend Rojava Hêvîn V., di axaftina xwe ya vekirinê de bal kişand ser sala 13’an a şoreşê.
Hêvîn V. Îşaret bi komkujiyên li ser Durziyan kir û got, “Rojava ne tenê ya Kurdan, şoreşa hemû bindestan e.”
Piştî axaftinê ji bo bîranîna hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Di çarçoveya festîvalê de bi atolyeyên “Qonaxa Nû ya Tevgera Azadiya Kurd – Berxwedan û Perspektîf” li ser pêvajoyê nîqaş hate kirin.
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şêx Riad Derar diyar kir ku komên çeteyan dewleta Tirk ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî gefê li aramiya herêmê dixwin û bang kir ku bi tevlîbûna hemû gelan konferanseke yekîtiyê ya neteweyî bê lidarxistin.
Ji Partiya Komunîst a Awûstûryayê Barbara Urbanic bi bîr xist ku komek gerîla bi şewitandina çekên xwe, peyama aştiyê dan û got, gelê Kurd piştgiriyê didin xwesteka aştiyê û Tirkiye jî divê tevkariyê li vê pêvajoyê bike.
Ji civaka Durzî Shorooq Monzer ku nekarî beşdarî mihrîcanê bibe, ji Siwêdayê peyameke nivîskî şand û bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariya lezgîn bikin û lêpirsîneke serbixwe vekin.
Dema peyama Monzer dihat xwendin, ciwanan pankarta “Bijî Berxwedana Siwêda” vekirin û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” berz kir.
Festîval bi stranên Koma Dengê Bezar û Muntesir Salih, bi dawî bû.