Şoreşa Rojava li Dortmundê bi coş hat pîrozkirin

Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmundê çalakî hate lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya çalakiyên 13’emîn salveger Şoreşa Rojava de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Dortmund ê Elmanyayê pîrozbahî li dar xist.

Pîrozbahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser pêvajoya destpêka Şoreşa Rojava, geşedana dîrokî û rola ku li Rojhilata Navîn wekî modelekî çareseriyê bi ser xistiye, axaftin hatin kirin.

Di bernameyê de paradîgmaya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo hate nirxandin û sînevîzyona li ser Şoreşa Rojava hate pêşandan.

Ciwanan piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” salvera Şoreşa Rojava bi coş pîroz kirin.