Şerê Ûkranyayê: DYE’yê û Rûsya li Ebû Dabî civiyan
Çapemeniya Brîtanî û Emerîkayê, ragihand ku şandeyên DYE’yê û Rûsyayê ji bo çareseriya şerê li Ûkranyayê roja Duşemê li Ebû Dabî hevdîtin kirine û ev hevdîtin îro jî berdewam kirine.
Çapemeniya Brîtanî û Emerîkayê, ragihand ku şandeyên DYE’yê û Rûsyayê ji bo çareseriya şerê li Ûkranyayê roja Duşemê li Ebû Dabî hevdîtin kirine û ev hevdîtin îro jî berdewam kirine.
Hevdîtina DYE’yê û Rûsya di demeke ku Moskowa û Kîev li dijî hev şer dijwar kirine de, pêk hat.
Her çend berdevkê Kremlin Dmitri Peskov hevdîtinan piştrast nekir jî got, “Em nûçeyên di çapemeniyê de dişopînin.”
Li gorî nûçeyên ABC News û Financial Times (FT) şandeya DYE’yê ji hêla Wezîrê Artêşê Dan Driscoll ve hatiye rêvebirin û serokê îstîxbarata Ûkraynayê Kirilo Budanov jî li Ebû Dabî bû.
Civîna Ebû Dabî piştî nîqaşên li Cenevreyê yên li ser plana aştiyê ya 28 xalî ya Trump pêk hat. Plan bi rakirina hin xalan daket 19 xalan.
Di vê navberê de, Ûkrayna hewlên xwe didomîne da ku Zelenskyy hevdîtinê bi Trump re bike. Piştî hevdîtinên Cenevreyê, DYE’yê û Ûkraynayê daxuyaniyek hevpar dan û destnîşan kirin ku divê peymana aştiyê rêz li serweriya tevahî ya Ûkraynayê bigire û hevdîtinan wekî "avaker" bi nav kirin.
Lê belê, Moskowa plana aştiyê ya alternatîf a ku ji hêla Ewropayê ve hatî pêşkêş kirin red kir û ragihand ku heke Kîev plana DYE’yê qebûl neke, ew ê êrîşên xwe zêde bike.