Şehîdên sala 2017’an li Marsîlyayê hatin bibîranîn

Ji bo 5 gerîlayên sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Marsîlya yê Fransayê konê sersaxiyê ya ji bo du rojan hat danîn û piştre merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Zîlan Dersim (Zîlan Aybar), Piling Rustem (Ahmet Kaya), Dilwar Întîkam (Îsa Arslan), Zinar Raperîn (Ridvan Can), Şervan Azad (Tekîn Demîrbaş) ku sala 2017’an şehîd bûn, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Marsîlyayê hatin bibîranîn.

Bibîranîn, bi rêzgirtinê destpê kir û bi nîşandana sînevîzyonê û axaftinan dewam kir.

Zîya Demîrbaş ê li ser navê malbatên şehîdan axaftinek kir, got: “Hêzên mêtinger ên qirker, bi dehan salan ji bo rakirina ji holê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd êrîş kiriye, her qetlîam, zilm û zordestî kirine; lê Tevgera Azadiyê ya Kurd ji vê têkoşînê bi xurtî derketiye. Şehîd in ên ku êrîşên mêtingerên qirker pûç kirine. PKK’ê şehîdên ku êrîş pûç kirine, kirine boneya geşkirina têkoşînê.”