Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên 23'ê Kanûnê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li Vîllers-le-Belle ya Parîsê bi merasîmeke bi heybet têne şandin.
Cenazeyên ku ji Saziya Tip a Edlî ya Parîsê hatin wergirtin, bi konvoyê ber bi qada Palace de Villiers Platzê ve hatin şandin ku merasîm lê tê lidarxistin. Nûnerên gelek saziyên Kurdan,s iyasetmedarên Kurd li salona merasîmê amade ne.
Li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK-PAJK, KJK-KCK, TJK-E-KCDK-E, TJK-F-CDK-F, TEV-ÇAND û çeleng li salona merasîmê hatin danîn.