Şehîdên Parîsê li Lyonê bi meşekê hatin bîranîn

Ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê û bîranîna şehîdan, li Lyonê meşek hate lidarxistin.

Evîn (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên li Parîsê di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şehîd bûn, li bajarê Lyon ê Fransayê hatin bîranîn. Li qada Bellecourê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan.

Di meşê de ku hêrsa li hemberî kujer û dewleta Tirk bi dirûşman hate nîşandan, wêneyên hersê şehîdan û alên PKK'ê hatin hildan.

Nûnerên Komeleyên Elewiyan û Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Fransayê jî tevlî meşê bûn.

Di çalakiyê de hate ragihandin ku ev komkujiya bi rengekî eşkere ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin wê ti carî neyê qebûlkirin.

Girseya gel piştre ber bi avahiya Şaredariya Lyonê ve bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" meşiya.

Li ber avahiya şaredariyê jî sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin û çalakî bi dawî bû.